Berdevkê QSD'ê Silo: Piştî rizgarkirina Minbicê penaber wê li malên xwe vegerin

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku koçberiya ji Minbicê wê demkî be û got, kengî herêm bê rizgarkirin wê koçberan vegerin malên xwe.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku koçberiya ji Minbicê wê demkî be û got, kengî herêm bê rizgarkirin wê koçberan vegerin malên xwe.

Neteweyên Yekbûyî (NY) duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji ber operesyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya rizgarkirina Minbicê, dibe ku li herêmê pêleke koçberiyê dest pê bike. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku hijmara koçberan jî wê ji 216 hezarî bibore.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Telal Silo da xuyakirin, ku ji ber şer dibe gelê herêmê ji bo demeke kurt koçber bibe, lê belê ev rewş wê demkî be. Silo diyar kir, kengî herêm bê rizgarkirin wê gel vegerînin malên wan.

Berdevkê QSD’ê da zanîn, bi vê yekê ew ê sivîlan ji hewldanên çeteyan a bikaranîna wan weke ‘mertalên zindî’ biparêzin. Her wiha destnîşan kir ku di van rewşan de koçberî çareya herî baş ji bo parastina sivîlan ji hovîtiya çeteyan e.

Beriya vê jî, di demên operesyonên rizgarkirina Girê Spî, Til Hemîs, Til Berak, Til Koçer, Hol û Şedadê ji çeteyên DAIŞ’ê, heman rewşa koçberiyê hatibû dîtin. Çawa herêm dihatin ewlekirin, yekser şênî dihatin vegerandin. Paşê jî sivîlan bi xwe sîstema xwe ya rêvebirina herêmên xwe diyar dikirin.