Berdevkê fermî: Hêzên me neketine nava Minbicê
Berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir, nûçeyên dibêjin "hêzên wan ji du baskan ve ketine nava bajarê Minbicê" ne rast in û got, "Hêzên me hînê neketine nava bajêr."
Berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir, nûçeyên dibêjin "hêzên wan ji du baskan ve ketine nava bajarê Minbicê" ne rast in û got, "Hêzên me hînê neketine nava bajêr."
Derwêş ji ANHA'yê re axivî û diyar kir, hêzên wan hînê neketine nava navenda bajarê Minbicê. Derwêş got, "Eniya me ya Qereqozaxê bi 6 kîlometreyan, eniya me ya Tişrînê jî bi 3 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Minbicê ne."