BI DÎMEN

Berdevka Operasyona Xezeba Firatê: Em ê di dilê wan de li DAIŞ'ê bidin

Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, ew ê bajarê Reqayê û hemû gelên ku li wir dijîn bi teqezî azad bikin.

Cîhan Şêx Ehmed ku ew jî Kurdeke ji Reqayê ye diyar kir, operasyon bi pêşengiya Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD), YPG, YPJ’ê dest pê kiriye. Berdevaka Pêngava Xezeba Firatê Ehmed, li herêma operasyonê daxuyaniya xwe ya pêşî da ANF’ê. Ehmed diyar kir, ew ê Reqayê ku bûye navenda kolekirina jinê azad bikin û hemû jinan rizgar bikin. Cîhan Şêx Ehmed, ji ANF’ê re wiha got: "Reqqa 2013’an ket destê ‘OSO’ û hema di piştre ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Me Operasyona bi navê Xezeba Firatê da destpêkirin.  Armanca me ew e ku Reqqayê ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Beriya ku em dest bi vê operasyonê bikin me amedakariyên girîng kirin. Di nav Operasyona Xezeba Firatê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û di bin de jî hêzên Lîva Suqur Reqa, Lîva Tahrîr, Lîwa Suwar Tel Ebyad,  Tabûra Şehîdên Hamam Turkmen û Lîva Şuheda Reqqa hene. Bi van hêzan re YPG-YPJ jî hêzên pêşeng ên operasyonê ne. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî bi desteka hewayî di nav Xezeba Firatê de cih digirin.

'PÊNGAV WÊ LI DEMEKE BERFIREH BERBELAV BIBE'

Pêngav weke plana giştî wê li demeke berfireh berbelav bibe. Qonaxa pêşî ya Operasyona Xezeba Firatê paqijkirina derdora Reqqayê ye, piştre heta ku Reqa bi temamî rizgar bibe plan hatiye girêdan.

'EM Ê TOLA JINAN HILÎNIN'

Gelên li Reqayê di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de dîl man e û em kesên neçar man ji çeteyan birevin, ji bo rizgarkirina Reqayê me dest bi kar kirin. Me bang kirin. Reqa di rewşa heyî de navenda çeteyên DAIŞ'ê ye. Dilê wan e û em ê di dilê wan de li DAIŞ'ê bidin. Hemû zilm û komkujiyên li herêmê tên kirin, li wir tên birêxistinkirin. Ya herî girîng jî ew e, ku Reqa kirine navenda kolekirin û firotina jinan. Em ê wê derê azad bikin û tola jinan ji çeteyan hilînin.

BANGA LI GELAN Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Me dest bi pêngavê kir û em ê ji sedî sed Reqayê rizgar bikin. Ji bo tevkariyê li vê pêngavê bikin, dixwazim bang li gelê me û hêzên navneteweyî bikim... Em li bendê ne ku gelê me yê li Reqayê hem jî gelên me yên li herêmê, bi xurtî tevlî bibin. Ji bilî vê em bang li gelên cîhanê û hemû hêzên navneteweyî dikin; ji bo zerar li gelê Reqayê nebe û azad bibe, destekê bidin me. Em li bendê ne ku alîkariya siyasî, madî, lojîstîkî bi me re bikin.

'BILA GELÊ REQAYÊ BÊ QADÊN RIZGARKIRÎ'

Dixwazim vê bangê li gelê Reqayê bikim: Bila ji bo demekê bê qadên rizgarkirî û di dema şer de xwe ji çeteyên DAIŞ'ê vegirin. Bi tenê armanceke pêngava me heye; gelê Reqayê zerarê nebîne û azad bibe."