Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê liv û tevgera leşkerî didome, hat ragihandin ku, ber bi herêmên sînor ve jî veguhestina leşkerî û cebilxaneyê hate kirin.
Hat ragihandin ku, tîmên tevgera taybet li bejahiya gundên Pagê û Kaport yên navbera Gever û Şemzînanê de operasyon dane destpêkirin. Hat diyarkirin ku, gundiyên herêmê bitaybet di demjimêrên şevê de nikarin derkevin jiderve. Piştî ku gêrîlayên HPG’ê di 19’ê Pûşperê de êrîşî ser baregehên leşkerên Tirk yên Şitazinê kir liv û tevgera li herêmê didome. Ketin û derketinên gundên Oremar û Şitazinê bidestûrên taybet tê kirin, her wiha hate hînbûn ku zozan jî hatine qedexekirin. Gundiyan aşkera kir ku, bax û baxçeyên wan dest bi hişkbûnê kirine, xwestin ev qedexe rabin.
Her wiha ji 21’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor ya Geverê di demjimêrên sibehê de gelek wesayîtên zirxî veguhestine Şemzînanê. Hat diyarkirin ku, di wesayîtan de cebilxane û yekîneyên taybet hebûn.