'Bêdengî cihgirtina li cem dewletê ye'
Şêniyên wargeha Ş. Rustem Cûdî berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kirin û destnîşa kirin, ku divê têkoşîna li hemberî êrîşkariya dewletê bê mezinkirin.
Şêniyên wargeha Ş. Rustem Cûdî berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kirin û destnîşa kirin, ku divê têkoşîna li hemberî êrîşkariya dewletê bê mezinkirin.
Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, li ser berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.
DR. MEHMET KARA: AFIRANDINA RASTIYA GELEKÎ BERXWEDÊR GIRÎNG E
Ji şêniyê wargehê Doktor Mehmet Kara diyar kir, divê her kes beşdarî berxwedana li Bakurê Kurdistanê bibe û got, bêdengî tê wateya cihgirtina li cem dewletê. Kara bal kişand ser girîngiya afirandina rastiya gelekî berxwedêr û destnîşan kir, di herikîna dîrokê de her tim mirovên têkoşer û berxwedêr bi ser ketine.
HEVSEROKÊ SAZIYA ŞEHÎDAN KARA: DEWLET HER KU TÊK DIÇE, ÊRÎŞKAR Û HAR DIBE
Hevserokê Saziya Şehîdan a Mexmûrê Mehmet Kara jî da xuyakirin, ku ev 40 sal in berdêlên gelekî giran di vî şerî de tê dayîn û got, "Lê belê, çi dibe bila bibe ev agir venamire. Heta roja îro hatiye. Êdî cîhan hemû bi vê pirsgirêkê hesiya ye. Têkoşîna me gihîştiye asteke girîng."
Kara diyar kir, dewlet her ku têk diçe bêhtir êrîşkar û har dibe û da zanîn, li hemberî vê yekê divê gelê Bakurê Kurdistanê yekîtiya xwe biparêze û têkoşîna xwe bilind bike.
XEZAL ÎLHAN: YA GIRÎNG YEKÎTÎ Û TÊKOŞÎNA HEVPAR E
Ji şêniyên wargehê Xezal Îlhan da xuyakirin, ku dewleta Tirk êrîşeke giran dibe ser gel û destnîşan kir, me berê jî li dijî dijmin li ber xwe dan, em ê vê berxwedana xwe niha jî bidomînin. Îlhan da zanîn, ya girîng yekîtiya li dijî van êrîşan û têkoşîna hevpar e.
Xezal Îlhan herî dawî bang li gelê li Bakurê Kurdistanê kir û got, "Bila gelê me bibe yek. Û li dijî dijmin têkoşîneke bi yekîtiyê bimeşîne."