BDP’ya Wanê dest bi xebatê kongreya xwe kir

BDP’ya Wanê dest bi xebatê kongreya xwe kir

BDP’a Wanê dest bi xebatên 3'yemîn kongreya xwe ya awarte ya ku dê di 18'ê Tirmehê de li dar bixin kir. Di çarçoveya xebatê de li kolanan pankrat hatin daliqandin.

BDP’a Wanê dest bi xebatên 3'yemîn kongreya xwe ya awarte kirin. Ligel xebatên komîsyona serlêdanan qebûl dike xebatên komîsyonê yên kongreyê jî berdewam dike. Di çarçoveya xebatên kongreyê de li kolanan pankartên kesk, sor û zer ên bi slogana "Bi rika aşîtî, azadî û berxwedanê em diçin kongreya xwe ya awarte ya 3’mîn” hatin daliqandin. Li bendê ye ku kongre bi tevlîbûnek herî baş derbas bibe. Li gel xebatên pankartan, li taxan jî dê civînên gel bên lidarxistin.