Piştî pevçûnên li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê heyeta BDP'ê ya di nav de Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan jî heyî li gundê Nehrî û herêma pevçûnan lekolîn kirin.
Piştî pevçûnên di 23 tîrmehê de li çiyayên gundên Nehrî û Qelaşkê yên navçeya Şemzînana Colemêrgê destpê kir û hêjî hin cihan berdewam dike heyeta BDP'ê ya di nav de Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan jî heyî li herêma pevçûnan lekolîn kirin. Heyeta ji Canan, Şaredarê Şemzînan Sedat Tore, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Esenderê Tacettîn Sefali, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Rûstem Demîr û revêberên BDP'ê pêk tê bi welatiyên gundê Nehrî re hevdîtin pêk anîn. Heyet pirsgirêkên gundiyan guhdar kir. Hate dîtin ku li herêmê şopên pevçûnan tên xwyandin û bi sedema bombebaranê gelek cih şewitiyê.
‘ŞOPÊN ŞER XUYA DIKIN’
Heyeta li gundên rez û baxçeyên wan ziwabûyî û hêjî di nav fikaran da ne lêkolîn kir piştre daxuyanî da. Li ser navê heyetê Parlementerê BDP'ê Canan kir û diyar kir ku, gundiyan di van bûyeran de zirarek mezin dît.Canan wiha axivî: “Li gorî tespîta me kir, hinek mezrayan baxçe û rezên welatiyan hatiye şewitandin. Hinek mezrayan mal girtîne. Malan de tu kes tuneye. Li gorî daxuyaniya fermî û daxuyaniya Walîtiyê hemû kes vegeriyana mala xwe. Lê rastî ne wisaye. Li van gundan tu mirov tune ye. Me kes ne dît. Malên hemû gundiyan girtîne." Canan balkişand li ser şopên pevçûnan yên li herêmê û wiha pedê çû: “Ev rastiyekê; Dema mirov dikeve riya Rûbarokê şopên şêr xuya dikin. Çiya, baxçe û şînayî şewitiyê. Şopên vî şerî berdewam dike. Gundî hêjî ve tirse dijîn."
Heyeta BDP piştî lekolîn û daxuyaniye ji herêmê veqetiya.