BDP'ê neyartiya navbera 2 gundan bi dawî kir

BDP'ê neyartiya navbera 2 gundan bi dawî kir

Heyeta BDP'ê, gengeşiya di navbera gundên Heşet û Bestonê ya girêdayê Navçeya Berwariya Sêrtê ku ji ber keyatiyê derketibû ji bo demekê bi dawî kir. Şaredar Selîm Sadak anî ziman ku, gundiyên bi çek yên li ser gir bi cih bûne îqna kirine û ji bo aştiyek mayinde dê xebatên wan bidome.

Li Navçeya Berwariyê ya Sêrtê di navbera Gundiyên Heşet û Bestonê ji ber Gundê Sogutonu ku berê girêdayê Gundê Heşetê bû lê pişt re keyatî dane wê, 3 salin nelihevkirinek tê jiyan kirin. Nelihevkirin di meha Remezanê de kûrtir bû û hatibû ragihandin ku cerdevanên Gundê Bestonê derdora Gundê Sogutonu dorpêç kiribûn û bi çekên lûle dirêj gule barandibûn ser gund. Li gel wê hatibû gotin ku rayedarên dewletê mudaxeleyî bûyerê nekirine.

Ji bo gengeşiya di navbera gundiyan mezin nebe heyeta BDP'ê ya di nav de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî hebû, çûn serdana gundiyan. Heyeta BDP'ê bi gundiyan re hevdîtin pêk anî û ji wan xwest çekên xwe deynin. Li ser vê yekê gundiyên ku bi çekên giran li ser girên Serkere û Kato bi cih bibûn, ji ser giran daketin û çûn malên xwe. Balkêş bû ku Qereqola Cendirmeyan ya Heşetê li gel ziyaretê bêdeng bû.

DEWLET BÊ DENG DIMÎNE!

Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak da zanîn ku, sîstem li ser gelê Kurd lîstîkên cûr bi cûr dilîzin û wiha got: "Li ser gel bombe tê barandin û i bo mirovan tune bikin bi milyonan dolar pere xerç dikin. Di navbera du gundan de ji ber nelihevkirina erd gengeşî heye û dewlet li hemberî vê bêdeng dimîne, eleqadar nabe. Li vir mirov dikaribûn hev bikujin, lê kes ji van tiştan negot raweste. Kes bi van mirovan eleqadar nebû. Em ji bo vê pirsgirêkê di nava salekê de 2 caran hatin vir. Bila ev tişt neyên jiyandin. Em bi gundiyên bi çek re axivîn û ji bo çekberdanê ji bo demek wan îqna kir. Ji bo aştiyek mayinde dê xebatên me bidome."