BDP’ê li Silopiyê serdana hemwelatiyan kir

BDP’ê li Silopiyê serdana hemwelatiyan kir

Endamên Rêxistina BDP'ê yên Silopiyê, welatiyên du rojin ji ber erdhejê şevê derve dimînin ziyaret kirin.

Piştî roja borî li gundê Eyvan ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê erdheja pêla wê ya 5.5 pêk hat, li herêmê erdhejên paşîn berdewam dikin. Welatiyên navçeya Silopiyê ji ber erdhejên paşîn yên berdewam dikin şevê derve dimînin. Rêxistina BDP'ê ya Silopiyê welatiyên şevê derve dimînin ziyaret kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Silopiyê Mutalîp Sakman, endamên Meclîsa Şaredariyê û rêveberên BDP'ê yên navçeyê welatî ziyaret kirin û guhdariya pirsgirêkên wan kirin.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mutalîp Sakman, diyar kir ku piştî erdhejê wan welatî tenê nehiştin û malên ji ber erdhejê zirar dîtin divê welatî bikar neyîn. Sakman, anî ziman ku gelek malan zirar dîtin û welatî mexdur bûn. Sakman, xwest ku hemû welatî li hemberî erdhejê bihestiyar bin.