BDP’ê bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî

BDP’ê bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî

Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak li Silêmaniyê bi rayedarên Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê re hevdîtinek pêk anîn. Demîrtaş piştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ew ji bo hevdîtinekê û pirsîna rewşa Talebanî hatine Silêmanî.

Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş ji aliyê duh ji aliyê endamên Mekteba Siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar, Hakim Qadir û Rizgar Elî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê Hevserokên BDP’ê û rayedarên YNK’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de Demîrtaş axivî û diyar kir ku armanca wan ew ku bi ew bi YNK’ê re çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş bikin û pirsa rewşa Serokkomarê Iraqê û Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî bikin. Demîrtaş ji bo Talebanî ku niha tê dermankirin daxwaza şîfayê kir.

Demîrtaş destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi rêberan heye û bal kişand ser rola Talabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got; “Hêviya me ew e ku ji bo rewşa Birêz Abdullah Ocalan bikevin nava hewldanan û ji bo azdiya wê hewl bidin.”

Demîrtaş bal kişand ser gotûbêjên der barê rewşa Ocalan de jî û îdîayên ku dibêjin “Ocalan naxwaze bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne” red kir. Demîrtaş bi bîr xist ku zêdetirê 11 mehan e Ocalan di tecrîdê de ye û got; “Bi awayeke sîstematîk destûr nadin ku parêzer pêre hevdîtin pêk bînin.”

Demîrtaş bersiv da pirsa der barê hevdîtina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Parlementera Amedê Leyla Zana de jî got; “Mixabin niha li Tirkiyeyê hin alî û derdor hene dixwazin niyeta baş a Leyla Zana bi kar bînin û bi vê yekê dubendî têxin nava siyaseta Kurdan. Jixwe hevdîtina Zana ya li ge Serokwezîr Erdogan şexsî ne.”

Demîrtaş bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan ji bo gelê Kurd û diyar kir ku ger azad bibe, pirsgirêka Kurd dê bi rehetî çareser bibe. Demîrtaş der barê mijara “çekdanînê” de jî got; “Aşitî tenê bi çekdanîna PKK’ê nayê. Jixwe sedema van şer û tundiyê şerê dewleta Tirkiye li hemberî gelê Kurd dimeşîne ye.”

BI DIZÎKA KETIN VALÊZA DEMÎRTAŞ

Hevserokên BDP’ê îro vegeriyan Stenbolê. Piştî vegerê, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di rûpela xwe ya malpera parvekirina civakî Twitterê de nivîsand ku ku doh wî li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk aniye. Demîrtaş destnîşan kir ku ew îro vegeriyaye Stenbolê û got; "Doh me li Silêmaniyê bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk anîn. Îro jî em vegeriyan. Dema ku li balefirgehê (balefirgeha Tirkiye) valêzê min dane min, min dît ku ketine nav valêza min. Di valêzê min de li çi geriyane, ez nizanim lê ji valêz aştî dernakeve. Qasî ku vê nezanin ne saf in."