BDP'ê banga beşdarbûna meşa Şemzînan kir

BDP'ê banga beşdarbûna meşa Şemzînan kir

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê têkildarî meşa heyeta BDP, KCD, EMEP, SDP, ODP, ESP û berdevkên HDK'ê ya 17 Tebaxê ya Şemzînanê banga beşdarbûnê kir.

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê tekildariya meşa heyeta di nav de hevserokên BDP, KCD, EMEP, SDP, ODP, ESP û berdevkên HDK'ê jî heyî ya di 17 Tebaxê li Şemzînanê pêk bê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Rêxistina BDP'ê ye Colemêrgê Rahmî Kurt di civîna li avahiya BDP'ê pêk hat de axivî û diyar kir ku, dê 17 tebaxê de heyet bê bajêr. Kurt da zanîn ku, dê ew bi heyetê re biçin Şemzînan û wiha axivî:

"Em hevîdarin ku dê gelê me heyeta ji hevserokên partiyên siyasî pêk tên yên ku di 17 tebaxê bên bajerê me xwedî derkevin. Em wek Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê dê li ber duriyana Yenî Koprû roja 17 tebaxê di demjimêr 09.00'an de mevanên xwe peşwazî bikin û em dê ji vir derbasê Şemzînanê bibin. Em ji bo tevlîbûna meşê bang li her kesî dikin ku tevlî meşê bibin.