BDP dê ji bo cejnê li Roboskiyê be

BDP dê ji bo cejnê li Roboskiyê be

Rêxistinên BDP'ê yên Şirnex û Colemêrgê di roja yekemîn ya Cejna Remezanê dê ji bo 34 welatiyên Roboskiyê yên di 28'ê kanûna 2011'an de ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve hatîn qetilkirin li Roboskiyê nobetê bigire.

Rêxistinên BDP'ê yên Şirnex û Colemêrgê dê ji bo 34 welatiyên di 28'ê kanûna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji aliyê balefirên şer ên artêşê ve hatin qetilkirin sibê nobetê bigire. BDP'iyên piştî nimêja cejnê ya di demjimêr 06.15'an de li konê ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê kirin, dê di demjimêr 10.00'an de bi gireseyî Goristana Şehîdlikê ziyaret bikin.

Piştî ziyaretê BDP'î di demjimêr 12.00'an de dê li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê bên cem hev û bi rêxistinên bajarok û naçveyan re ber bi Roboskiyê bi rê bikevin. Li bendêne ku nobetdariya rojekê berdewam bike gelek parlementer, nûnerên KCD'ê û nûnerên gelek rêxistinên sivîl ên civakî jî tevlî nobetê bibin.