BDP’ê der barê êrîşên di 14’ê tîrmehê de li hemberî parlamenter û gel pêk hate de serî li cihên peywendîdar ên darazê da û gilî kirin. BDP’ê wiha got: “Ev pêkûtiyên derveyî mirovahiyên li dijî parlamenter û partiyame hatine bikaranîn, divê bê ceza nemîne.”
Navenda gitşî ya BDP’ê der barê 14’ê tîrmehê ku li Amedê teror hate pêkanîn de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser qedexeyên li hemberî xebatên partiya wan û wiha gotin: “Walîtiya Amedê û midûriyeta polîsaan bi koordîsyona serokatiya wezîretakarê hundir b i awayekî vekirî partiya me kiriye hedef û herî dawî di 14’ê Tîrmehê de mîtîna çaerseriya pirsgirêka kurd xwe da der.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Hêj pirsgirêka kurd di çarçoveya ewlehiyê de digirin dest û bi çekan bersivê didin daxwaza aştiyê ya gel. Hikûmeta AkP’ê divê êdî fêm bike ku ev rêbaz çareseriyê nayne. Ji ber vê yekê mîtînga me armanc dikir ku çareseriya pirsgirêka kurd bi demokratîkbûnê, azadiya gelê kurd û daxwaza nasnameyê mumkune. Lê mixabin berê jî de barê 4 daxwazên gelê kurd kampanyaya îmzeyan bi hinceta ‘ daxwaz li dij makeqanûnê de û îhtîmala provakasyonê heye’ hatibû qedexekirin. Bi vê yekê daxwazên gelê kurd hatibûn astengkirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dîsa partiya me plan kir k udi 14’ê tîrmehê de li Amedê mîtîngekî pêk bîne. Dîsa bi heman hinceta ev mîtîng hate qedexekirin. Komîteya tertîp ku di nav de 7 parlamenterê me jî hebûn ligel hemû hewldanên wan merciyên têkildar bersiv neda daxwazên wan.
Ligel hemû qedexeyan partiya me û gelê me di 14’ê tîrmehê de li qada Îstasyonê biryara pêkanîna mîtîngê da. Berbi qada mîtîngê ve meşiyan. Piştî demekî rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşa polîsan de parlamenter û gelê bû hedefa gaza îsotê, ava şid. Parlamenter Pervîn Buldan bû hedefa polîsan û di encama êrîşa polîsan de ji lingê xwe birîndar bû û ji bo rapora 45 rojan a bêhdanê hate dayîn.
Parlamenter Ayla Akad ji çavê xwe, di korneya çavê wê de xesar çêbûye û ji ber bikaranîna gaza îsotê di bedena wê de şewat derketiye holê.
Parlamenter Mulkiye Bîrtana ji ber gaza îsotê di bronşên wê de odem çêbûye û rakirin nexweşxaneyê.
Parlamenter Nazmî Gur di encama êrîşa fîzîkî de di retînaya çavê wî de birîn çêbûye, di milê wî yê rast û serê wî de şopê derba hatine dîtin. Di encama êrîşên fîzkî de rapora 10 rojan ku nekare kar bike hatiye dayîn.
Wekî ku rayagiştî jî dizane tu xebatên partiya ji bilî êrîşa polîsan tu pirsgirêkan najî. Walitiya Amedê ji tu sedemeke şênber şîdet pêk aniye. Vekiriye ku gelê kurd ji ber daxwazên xwe tîne ziman rastî zilm û zextan tên. Tu rewatiya desthilatdariya siysî ya ku şîdetê pêk tîne tune. Ji ber vê jî me ji bo êrîşa li dijî partiya me gelê me û parlamenterê me gilî kir. daxwaza me ve ku peywirdarên li dij partiya me hatin bikaranîn bên cezakirin.”