Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser bûyer û pêşketinên li ser sînorên Sûriyeyê û got; “Heta duh rejîma Esad mutefîka herî baş bû, lê niha jî rejîma Esad wekî hevparê PKK’ê û PYD’ê nîşan dide. Bi vê rêbazê dixwaze têkiliya xwe ya Sûriyeyê bide jibîrkirin û hem jî PYD’ê jî bike hevkarê rejîma zordestiyê. Salek beriya niha jî ev propagandaya reş û plansaziya şer a psîkolojîk bi mehane bi hevkariya hin Kurdan tê kirin. Ji belgeyan jî diyar dibe ku vê propogandayê ji bo parçekirina Kurdan dimeşîne”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya di rojnameya Azadiya Welat de hat weşandin de got; “Tirkiye li hemberî Sûriyeyê her ku diçe polîtîkayên hişk nîşan dide. Ketina balefirê wekî firsend dibîne û hêzên xwe kişandin ser sînorê Sûriyeyê.”
Nivîsa Bayik wiha didom;
“Êrîşkariya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê ne girêdayî karektera rejîma Esad e. Duh Îran û Sûriye li hemberî Kurdan eniyeke hevpar avakiribûn. Iraq jî parçeyek vê eniyê bû. Kengî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxwaz kir ku Tirkiye têkiliya xwe ji Îran û Sûriyeyê bibire vê demê Tirkiyeyê têkiliya xwe ya bi Sûriyeyê re birî. Çawa ku hefteyek beriya niha digotin çî karê NATO’yê li Lîbyayê heye, piştî hefteyekê şûnde Tirkiye vergeriya navenda êrîşa NATO’yê. Duh Tirkiyeyê bi têkiliya Îran û Sûriyeyê polîtîkayên tasfiyeyê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd dimeşand, niha jî gotinên DYA’yê pêk tîne û pê bawer dibe. Ji ber vê sedeme li hemberî Sûriyeyê polîtîkayên xwe guherand.
Wezareta Karê Derve a Tirk belgeyek ji balyozxaneya Misûlê re şand û di belgeyê de jî fikarên Tirkiyeyê yên derbarê Sûriyeyêy de hatine diyarkirin. Heke li Sûriyeyê rejim biguhere dê feydeyê bide Kurdan. Tirkiye jî vî tiştî ditirse. Ji bo PYD’ê tasfiye bike hemû polîtîkayên şer ên qirêj dimeşîne.
Di vî belgeyê dê rêbaza şerê psîkolojîk a bi naveroka ‘çawa ku PYD’ê ji Kurdan dûr bixe’ û bandorê li gelê Sûriyeyê bike di belgeyê de cih digire. Di belgeyê de rêbazên şerê psîkolojîk wiha tên nîşandan;
1-Têkiliya qirêj ya ku di navbera rejîma Esad û Tirkiyeyê li hemberî Kurdan hate avakirin bi vê derewê hat weşartin; “Ji ber guhertina rejîma Esad me têkilî danî”.
Her kes dizane ku ev dereve. Heta dîroka nêz de tê zanîn ku ji bo ku rejîma Esad li hemberî PKK’ê bisekine, piştgirî da zilma Esad. Tirkiyeyê piştgirî da zextên li ser gelê Kurd û gelê Ereb. Di sala 2004’an de li Qamişlo û bajarên Kurdan bi dehan Kurd hatin kuştin, lê Tirkiyeyê tu carî ev kuştin rexne nekirin, berovajî kêyfxweş bû.
Tirkiyeyê tu carî demokrasî û parastina mafê mirovan a li Îranê ji xwe re nekir dert. Piştî hilbijartina Îranê rejîm li hemberî muxalîfan derket û Tirkiye bêdeng ma. Ji ber ku vê demê Îran û Tirkiye li hemberî Kurdan hevkar bûn.
2-Heta duh rejîma Esad mutefîka herî baş bû, lê niha jî rejîma Esad wekî hevparê PKK’ê û PYD’ê nîşan dide. Bi vê rêbazê dixwaze têkiliya xwe ya Sûriyeyê bide jibîrkirin û hem jî PYD’ê jî bike hevkarê rejîma zordestiyê. Salek beriya niha jî ev propagandaya reş û plansaziya şer a psîkolojîk bi mehane bi hevkariya hin Kurdan tê kirin. Ji belgeyan jî diyar dibe ku vê propogandayê ji bo parçekirina Kurdan dimeşîne.
Kurd nebûn parçeyekî şerê navbera dewleta Sûriyeyê û muxalefetê. Ji ber ku her du alî jî ne xwediyê polîtîkayên naskirina mafê Kurdan bûn. Ji ber vê yekê jî Kurdan li her cihê ku lê hene dest bi avakirina sîstema xwe ya aborî, siyasî, civakî û çandî. Kurd ketin nav xabata avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk. Kurd polîtîkayên her du aliyan jî napejirînin. Bi avakirina sîstema xwe ya demokratîk di pratîkê de projeya Sûriyeya Demokratîk, Kurdistana Xweser pêk tînin. Li Kurdistanê otorîteya dewlet û muxalefetê nema ye. Lê wek hêza Sûriyeya demokratîk ji niha de dest bi avakirina sîstema xwe ya demokratîk kirine.
3- Dixwazin Kurdan jî beşdarî şerê naxweyî bikin, ji hêz bixin û muhtacî xwe bikin. Heger Kurd zû tevlî şer bûba, rejîma Esad wê neteweperestî bida pişt xwe û li Kurdistanê tevkujî pêk bianiya. Di rewşeke wisa de jî Tirkiyeyê mîna ku îro ji bo muxalifên din pêk tîne dê xwe mîna parêzvanê Kurdan jî bida nîşandan û bixwesta li rojavayê Kurdistanê bi bandor bibe û bidestxistina statuyê ya Kurdan asteng bike. Di encamê de dê mîna propogandaya, “Berê li Tirkiyeyê qala Kurdan ne dihate kirin, me got birayê me yên Kurd, me TRT 6 vekir û Kurdî xiste dersa bijarte, hêna çi dixwazin” li rojavayê Kurdistanê jî bigota, “Heda doh hûn ne welatî jî bûn, bila ji bo we jî tv were wekirin, dersa bijarta ya Kurdî hebe, tiştekî zêde nexwazin”. Sedema ku dixwaze serdestiyê li Kurdên Rojava bike ev yek e.
4- Di belgeyan de xwuya dike ku bi anîna dijberî hev ha PYD’ê û hin partiyên din Kurdan parçe bike û lewaz bike. Her wiha hesab dike ku bi vê yekê re dê PDK û PKK’ê jî bîne dij hev. Diyar dibe ku dixwaze bi kevirekî di civîkan bixe. Hem dê statu bidest xistina Kurdên Rojava asteng bike, hem şerê PDK û PKK’ê ku heta niha nikaribû bide derxistin bîne rojevê. Piştî xistina balafirê devleta Tirk dixwaze hin xalên di belgeyê de heyî bi pêngavekê pêk bîne. Axaftina Erdogan tê wateya hem di qada hewayî hem jî bejayî de ji bo hêzên muxalîf ên tên destek kirin xadeke parastinê were vekirin. Yanî herêma tampon a heta niha qala wê tê kirin bi şêwazekî pratîkî bicîh tê. Gotina her tiştê ber sînorê Tirkiyeyê ve were wê bibe hedefa me di rastiyê de tê wateya sazbûna herêma tampon.
Dewleta Tirk mîna ku dixwaze herêmeke tampon ava bike, di heman demê de jî dixwaze Kurdên ku hewl didin sîstema xwe ya demokratîk ava bikin jî bêzar bike. Di demên dawî de nûçe û îdîayên mîna li vir ala PKK’ê heye, Serokê PYD’ê sîxurê Sûriyeyê ye, PYD zextê li gel dike tev bi mabesta rewakirina mudaxeleya dixwazê pêk bîne ye.
Dewleta Tirk mîna li her derê bidest xistina statuyê û avakirina sîstema xweser a Kurdan bi şêwazê dijminane pêşwazî dike, niha jî heman tiştî li Rojava dimeşîne. Dibîne ku Kurd li rojavayê Kurdistanê dibin hêz û dixwaze vê hêzê bê bandor bike. Sedema bingehîn a zimanên tund ê li dij Sûriyeyê tê bikar anîn ev e.
Dema pirsgirêka Kurd mijara gotinê ye dewleta Tirk tim bi hêrs û êrîşkar e. Dibîne ku heger li Sûriyeyê Kurd statuyê bidest bixin dê dawiya polîtîkayên wê were. Ji ber vê yekê jî anîna dijberî hev a PDK’ê û PKK’ê mîna polîtîkayeke bingehîn daniye ber xwe. Yanî gelekî bi xeter dileyize. divê hemû Kurd, hêzên demokratîk ên Kurd, hêzên siyasî van lîstikê bi tahluke yên dewleta Tirk bibînin. Devleta Tirk dijminatiya Kurdan tenê li Tirkiyeyê nake. Bi navê paşverûtiya Sûriye, Iraq û Îranê ku ji bo helandin û tinekirina Kurdan hewl didin vê polîtîkayê pêk tîne. Divê ev rastî ji aliyê tevahiya Kurdan ve were dîtin.