Bayik: Qetilkirina Elçî karakterê pêvajoya heyî nîşan dide

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Tahîr Elçî ji ber ku got 'PKK ne rêxistineke terorîst e' hat qetilkirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Tahîr Elçî ji ber ku got 'PKK ne rêxistineke terorîst e' hat qetilkirin."

Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de ragihand, ku bi înfazkirina Elçî re hatiye xwestin, çavê her kesên xwedî heman nêrînê ne, bê tirsandin. Bayik got, "Bi qetilkirina Tahîr Elçî re karaktera pêvajoyê tê fêmkirin."

Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:

"Tahîr Elçî ji ber ku got “PKK ne rêxistineke terorîst e”  hat qetilkirin. Ji aliyê dewleta tirk ve sûcek ji vî sûcî mezintir tine ye. Îcar eger ev sûc di televîzyoneke wekî CNN’ê de hatibe kirin, êdî ev sûc ti carî nayê efûkirin. Ji xwe ji ber vê yekê çapemeniya ku alîgiriya AKP’ê dike; Tahîr Elçî bi navê qasidê terorê hedef nîşan da. Ew ê bi awayekî teqez li gorî wan Tahîr Elçî bedela vê yekê bidaya.  Di 28’ê Mijdarê de jî fersenda vê yekê dîtin û ew qetil kirin. Bê şik û guman Elçî ji aliyê polîsan ve bi awayekî zanebûn hatiye qetilkirin. Kesê ku bifikire û bibêje polîsan ew bi şaşî qetil kir ev yek tê wateya ku ew kes bi rastiya dewleta tirk nizane. Ew kes hêj nizane ku gotina PKK ne terorîst e di çavên dewletê de bê ka çiqasî sûcekî giran e.

Bi înfazkirina Tahîr Elçî re çi kesên ku wekî wî difikirîn jî hat xwestin ku bên tirsandin. Ahmet Hakan berê jî di hedefa AKP’iyan de bû. Encax piştî ku Tahîr Elçî di bernameya wî de ev gotin kir, bi kulman ve ew derdorê ceza lê birî. Bi vî awayî nîşanê wî dan ku careke din kesekî bernameyeke wiha çêbike bê ew ê çi were serê wî.  Bi înfazkirina Tahîr Elçî jî xwestin ku her kesî çavtirsandî bikin.

Belkî di hin demên cuda de yan jî di hin pêvajoyan de gotinên bi vî rengî werin daqurtandin; encax di serdemên şer ên dijwar de, di serdemeke ku dewleta tirk biryara şerekî dijwar girtiye de tehemûla wan ji deng û nêrînên bi vî rengî re tine ye. Di serdemên wiha de dewlet dixwaze ku her kes li gorî dilê wê biaxive û li gorî şerê ku dimeşîne pozîsyonê bigire. Di vê çarçoveyê de dema ku mirov li şêweyê înfaza Tahîr Elçî dinêre, mirov di heman demê de karaktera pêvajoyê jî fêm dike. Pêkanînên bi vî rengî divê her tim wekî dewama van polîtîkayan werin dîtin. Înfazkirina Tahîr Elçî jî tam jî di demeke ku gelê kurd û hêzên demokratîk tê xwestin ku bên pelçiqandin de pêk hat. Ji lewre her kes divê ku nirxandin û şîroveyên xwe li gorî vê yekê bike û li gorî vê yekê helwesta xwe nîşan bide.

Niha jî nîqaşên bê ka guleya ku Elçî pê hat qetilkirin hat dîtin yan na, tên kirin. Bêguman bi rêya bidestxistina delîlan û bi delîlan xwegihandina sûcdaran jî rêbazek e. Encax Tahîr Elçî ewqas bi awayekî vekirî hat qetilkirin ku nîqaşên ev delîl hat dîtin yan jî nehat dîtin di esasê xwe de şêlûkirina qetilkirinê ye. Kesên ku ev kujerî pêk anîn diyar in. Di bûyerên ku ewqasî vekirî pêk hatine de mirov pir bi hêsanî dikare di ser kujeran re xwe bigihîne delîlan jî û xwe bigihîne hêzên li pişt vê kujeriyê jî. Îro roj eger ew gule neyê dîtin gelo ew ê ev kujerî wekî kiryarê wê nediyar bimîne? Kesên ku bi şêweyekî ewqas vekirî kujeriyeke bi vî awayî pêk tînin eger dernexin holê wê kîjan kujerî derxin holê! Li wê derê 4-5 polîs tên dîtin. Kujer yek ji van e. Ev bûyer ewqas zelal e. Ew polîs jî baş pê dizanin ku bê ka kîjan ji wan Tahîr Elçî qetil kiriye. Di ser van de lêpirsîneke kurt jî bê kirin ew ê kujer bi xwe diyar bikin. Lê li vê derê ya ku girîng e ji ber çi qetil kirin û ji kê ferman girtin. Derxistina holê ya vê rastiyê girîng e.

Di wê kuçeyê de di dema înfazê gelek mirov, rojnamevan û parêzer hebûn. Çima bi tenê Tahîr Elçî hat qetilkirin. Ev yek bi serê xwe diyar dike ku polîsan Elçî qetil kiriye. Di bin hişmendiyeke ku dijminatiya PKK û kurdan bikin de tên perwerdekirin ku kesên ku bibêjin PKK ne terorîst e, di çavên van polîsan de lazim e bên qetilkirin.  Ji xwe dema ku Tahîr Elçî got; “PKK ne terorîst e” tê zanîn ku rastî êrîş û lînceke bi kîjan rengî hat. Wisa xuya dike ku herî zêde jî polîs û leşkerên ku ji bo li hemberî PKK’ê şer bikin hatine perwerdekirin ji Elçî hêrs bûne. Wisa xuya dike ku eger bi saxî bi destên wan biketa ew ê wî hema wisa bixwarina.

Her roj li Kurdistanê jin, zarok, ciwan û pîr ji aliyê van hêzan ve di bin navê alîgirên PKK’ê ne, ma nayên înfazkirin? Ma nabêjin; ya hûn ê wekî tirk pesindarê xwe bin yan jî hûn ê serî bitewînin? Dema ku mirov wan nivîsên kirêt ên li Farqîn û deverên din ji aliyê van kesan ve hatibûn nivîsandin li ber çavan bigire jî ew ê baş were zanîn ku Tahîr Elçî çawa hedef hatiye girtin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê bila ti kesekî xwe li xêvikiyê daneyne! Bila her kes baş bi rastiya vê dewletê bizane! Ji xwe heta îro roj li Kurdistanê hê jî rastiya vê dewletê nehatibe naskirin ew tê wateya wekî hêştirmeyan serê xwe xistine bin axê. Bêyî ku mirov bi hesasiyeta dewletê ya li hemberî PKK û kurdan nizanibe û bijî, ev tê wateya ku ew kes nizane ew ê çawa bijî û çawa dimire?  Dewleta tirk li Kurdistanê kî dibe bila bibe eger serî jê re netewîne yan serî pê dide tewandin yan jî dipelçiqîne. Rastiya dewleta tirk a heyî hê jî ev e. Heke ku êrîşeke tune be, yan ev dever û derdor serî tewandiye yan jî şerekî taybet li wê derê tê meşandin. Ji ber ku ji aliyekî din we serîtewandin li wê derê tê jiyîn dewlet rûyê xwe yê rastîn nîşan nade. Li Kurdistanê kesê ku nebe tirk û bi tirkîtiya xwe; xwenepesinîne aqûbeta wî diyar e. Bêguman ji ber ku hin kesên ji xwe re dibêjin kurd jî li hemberî kurdên berxwedêr tên bikaranîn ji ber şerê taybet dikarin behsa kurdîtiyê bikin. Ji ber ku di bin gotina kurd de wan kesan li hemberî kurdan bi kar tînin.

Înfaza Tahîr Elçî gelek dersên mezin dihundirîne. Kurd, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr lazim e ku vê înfazê wekî pirtûkekê tim li gel xwe bigirin. Encax bi vî awayî dikarin rastiya Tirkiyeyê û versiyona wê ya bi navê AKP’ê fêm bikin. AKP versiyona nifşê nû ya hişmendiya mêtinger û zextdar e. Ev jî derew û demagojî ye. AKP ji ber ku desthilatdariyeke qirêj e tim serî li derew û demagojiyan dide. Di bûyera înfaza Tahîr Elçî de jî ewqasî derew û demogojiyan dike ku AKP di vir de jî rastiya xwe dide der. Înfaza Tahîr Elçî ji bo fêmkirina rastiya AKP’ê jî bûye wesîle.

Tahîr Elçî têkoşîna derxistina holê ya kujerên kuştinên kiryar nediyar pêş dixist. Elçî ji bo ku têkiliyên qirêj derxe holê têdikoşiya tam jî ji ber vê yekê hat înfazkirin. Bîranîn û mîrateya ku Tahîr Elçî li dû xwe hişt jî berpirsiyariya derxistina holê û bidawîkirina vî şerê qirêj datîne ser milên me hemûyan. Ji ber girêdana bi bîranîna wî em ê li hemberî vî şerê qirêj têbikoşin û vî şerî bi dawî bikin."