Bayik: Li Vîetnamê encam çi be ew ê li Kurdistanê jî wiha be
Bayik got, "Çeteyên faşîst ên qesrê piştî ku nekarîn berxwedana gel bişikînin zêdetir leşker, zêdetir çek dixwazin. Helbet li Vîetnamê encam çi be ew ê li Kurdistanê jî wiha be."
Bayik got, "Çeteyên faşîst ên qesrê piştî ku nekarîn berxwedana gel bişikînin zêdetir leşker, zêdetir çek dixwazin. Helbet li Vîetnamê encam çi be ew ê li Kurdistanê jî wiha be."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, sedemên şerê dewleta Tirk li hemberî Kurdan îlan kiriye, nirxand.
Bayik daxuyaniya Davûtoglû ya di got, "Ev saleke me xwe ji bo vê êrîşê amade dikir" bibîr xist û destnîşan kir ku gel û ciwan li dijî van êrîşan dest bi berxwedanê kirine.
Nivîsa Bayik a vê hefteyê li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê hatin weşandin, bi vî rengî ye:
"Li Tirkiyeyê hê jî tişta ku wekî rastî tê qebûlkirin gotinên dewletê ne. Hê jî gelek kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan dewlet çi bibêje wisa difikirin û wisa helwest nîşan didin. Çaresernekirina pirsgirêka kurd, zilma mezin a ku li gelê kurd tê kirin ji nedîtî ve tên û Tevgera Azadiya Gelê Kurd sûcdar dikin. Ji bo ku tevgera Azadiya Gelê Kurd û gelê kurd sûcdar bikin sîsikek li heft mehseran digerînin. Naxwazin ku dewlet wan ji dergehê xwe aforoz bike. Ji ber ku ew jî baş pê dizanin ku aforoza AKP’ê bêeman e, ew hemû berxwedana gelê kurd bi devê hikûmetê dinirxînin û nîqaş dikin. Bi tenê gotinên wekî bila dewlet ferq û mêlî bixe navbera terorîst û kesên sivîl diserifînin ku qet qîmeta van gotinan tine ye.
Berî her tiştî divê ku her kes bi pêxira AKP’ê bigire. Divê ku jê re bibêjin; te got çareserî, te got pêvajoya çareseriyê, te gel bi van mijûl kir, tu çima pirsgirêka kurd çareser nakî. Kê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya derî li pêvajoya diyalogê vekir, tine hesiband, kê got; pirsgirêka kurd jî tine ye, alî jî tine ne, mase jî tine ye; kê ev serê 9 mehan e li ser Rêberê Gelê Kurd ê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd şev û roja xwe dike yek, tecrîdê dimeşîne? Kê encamên hilbijaretinên 7’ê hezîranê tine hesiband? Hişmendî û polîtîkayên ku îro roj şer û pevçûnan afirandiye ev e.
Gelê kurd ew ê li hemberî çaresernebûna pirsgirêka kurd û li hemberî zextên li ser xwe ew ê çi bikira? Ma ew ê neçareseriyê qebûl bikira? Ma ew ê her roj di bin navê pêkanîna ewlehiya cemaweriyê de binçavkirin û girtina ciwanan, siyasetmedaran, hevşaredaran, mêr û jinan ew ê qebûl bikira, ewê çavên xwe bigirta?
Ma bi sedan avahiyên HDP’ê nehatin şewitandin? Ma kargeh û karxaneyên kurdan nehatin şewitandin? Ma kurd nehatin lînckirin? Ma ew ê gelê kurd ji van hemûyan re bêdeng bimaya? Her roj di bin çavdêrî û kontrola MÎT’ê de ew ê bombe werin teqandin, di encamê de ew ê bi sedan mirov bên qetilkirin û ew ê gelê kurd ji vê yekê re bêdeng bimaya? Çareserkirina pirsgirêka kurd dayne aliyekî, bi sedan balafirên şer bi ser gerîlayan de ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi sedan bombe dibarînin ma ew ê gelê kurd ji bo van pêkanîna bêdeng bimaya? Berî van êrîşên hewayî her roj li pêşberî kamerayan dema digotin; “em ê bipelçêqin, em ê îmha bikin, em ê tine bikin” ew ê gelê kurd çi bikira?
Pirsgirêka kurd bêyî çareserî hatibû hiştin, li hemberî gelê kurd her cureyên zilmê dihat pêşxistin. Li hemberî vê rewşa kambax ya ew ê gelê kurd vê yekê qebûl bikira yan jî ew ê jiyana xwe ya demokratîk û azad ava bikira. A niha li gelek deveran xwerêveberiyên ji aliyê meclisên gel xwe hatine îlankirin bi vî awayî pêk hatin. Ji ber ku dewleta tirk înkarger e, ji ber ku tim gotina yek millet, yek welat, yek dewlet dubare dike li hemberî xwerêveberiyan jî dest bi êrîşan kiriye. Berxwedana gel û ciwanan bi vî awayî ketiye rojevê. Kurt û kurmancî îlan û berxwedana xwerêveberiyan di encama çaresernekirina pirsgirêka kurd û êrîşên li hemberî xwerêveberiyan derketiye holê. Ji ber şer û pevçûnên diqewimin tekane berpirsiyar dewlat tirk û hikûmeta AKP’ê ya ku pirsgiêka kurd çareser nekirine. Vegotin û nirxandinên li derveyî vê hemû tên wateyan fikirîna bi ser û mêjiyê dewlet û hikûmetê.
Li hemberî neçareserî û zextan gelê kurd ew ê çi bikira? Li Tirkiyeyê ne demokrasî heye ne jî di rewşa heyî de bi rêbazeke wiha çareserkirna pirsgirêkeke wiha heye. Ne li meclisê ne jî li derveyî meclisê hişmendiyeke demokratîk tine ye. Gelê kurd jî helbet di rewşeke wiha de wekî berê serê xwe dirêjî bin kêrê dike serê xwe ew ê dirêj nekira. Ew ê serî ji neçareserî û qirkirinê re netewanda. Di vê çarçoveyê de xwerêveberî bûye bersiva li hemberî neçareseriyê. Bûye pêngava çareseriyê ya li hemberî neçareseriyê.
Êrîş û şer çawa destpê kirin? Davûtoglû û wezîrên hikûmetê ma negotin; “me serê salekê ye amadekariya vê yekê kir”? Hêj beriya salekê destpê kirine û her roj bi gotina em ê asayîşê pêk bînin ji êrîşên xwe re hincetan nediafirandin? Bêguman gel û ciwanan jî li hemberî van êrîşan dest bi berxwedanê kir. Ji bo xweparastinê xendek kolan û barîkat danîn. Berxwedana gel piştî ku bi polîs û çeteyên ku ji wan re dibêjin tîmên taybet nekarî bên şikandin îcar artêşê xistin dewreyê. Di salên 1960’î de dema general li Vîetnamê berxwedana gel nekarîn bişikînin baş tê zanîn ku “zêdetir leşker, zêdetir balafir, zêdetir çek, zêdetir bombe” dixwestin. Çeteyên faşîst ên qesrê jî piştî ku nekarîn berxwedana gel bişikînin zêdetir leşker, zêdetir çek dixwazin. Helbet li Vîetnamê encam çi be ew ê li Kurdistanê jî wiha be.
Li aliyê din kes û derdorên ku vê berxwedanî bi çewtî dinirxînin jî hene. Kesên ku vê berxwedanê bi tenê wekî hêrsa ciwanan bibînin divê bizanin ku ew vê berxwedanê bi aliyekî ve jî biçûk dixin. Bêguman ciwanên kurd bi lehengî li ber xwe didin. Ciwanên kurd fedayî ne. Ji xwe her roj dirûşma; “ciwan fedayiyên Apo ne” berz dikin. Encax berxwedana tê pêşxistin bi tenê di encama hêrs û nerazîbûna ciwanan de derneketiye holê. Xwerêveberî ji aliyê meclisên gel ên ku ciwan jî di nav de ne hatine îlankirin. Di vê çarçoveyê de dema mirov binirxîne berxwedana xwerêveberiyan ne ji aliyê ciwanên bi nerazîbûn, heyecan û bi hêrs ve derketiye holê. Li hemberî neçareseriya hikûmeta AKP’ê û dîsa li hemberî êrîşên wê yên di bin navê pêkanîna ewlehiya cemaweriyê de gel bi xwe ji bo avakirina jiyana demokratîk û azad xwerêveberiyan îlan kiriye.
Bêşik û guman dema li cihekî berxwedana fizîkî bi pêş bikeve li wê derê ew ê ciwan derkevin pêş. Ji sedî 90’ê gerîlayan jî ciwan in. Helbet ew ê ciwanên gel ji bo parastin û azadiya gelê xwe ew ê li pêş be. Encax berxwedana ku îro roj tên pêşxistin ne bi tenê berxwedana ciwanên bi hêrs û bi bertek in; ev berxwedana jiyana demokratîk û azad a gelekî ye.
Stûn û dîrekên vê berxwedanê jî di serî de dayikên me û hemû jinên kurd in. Ji xwe êdî şoreşa kurdan li her derê di serî de şoreşa jinan e şoreşa zanînê ya dayikên kurdan e.
Tiştên ku tên jiyîn nerazîbûnên ciwanên bi hêrs nînin; tiştên tên jiyînn şoreşa gel a herî mezin a dîroka dinyayê ye. Ciwan jî wekî hêza fedayî ya vê şoreşê di çeperên herî pêş de li ber xwe didin."