BI DÎMEN

Bayik: Dengên ji HDP'ê re ji azadî û demokrasiyê re ne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hilbijartina giştî ya 1’ê Mijdarê nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser girîngiya dengên 7’ê Hezîranê yên ji Ewropayê hatin û got ku pêwîst e di hilbijartina 1’ê Mijdarê de ji hilbijartina 7’ê Hezîranê zêdetir hewldan bên kirin.

Bayik diyar kir ku dengên di hilbijartina 7’ê Hezîranê de yên li Ewropayê encamekî girîng derxistine holê û di 1’ê Mijdarê de bi heman ruhî ji bo encameke ji ya 7’ê Hezîranê mezintir derkeve holê. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ev nirxandin kir:

‘ERDOGAN Û KESÊN DI NETEWE DEWLET DE ISRAR DIKIN DARBE KIRIN’

“Tevahî hêzên demokrasiyê, gelê Kurd û Tirk û bi taybet gelê me yê Ewropa di bin bane HDP’ê de 7’ê Hezîranê têkoşîneke dîrokî meşandin. Ji ber vê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serketineke pir mezin bi dest xistin. Hibijartinên 7’ê Hezîranê li Tirkiyeyê guhertinek pêş xist. Ev komara li ser netewe dewlet hatibû avakirin têk çû. Bingeha neteweya demokratîk, bingeha komara demokratîk pêş xist.

Erdogan dît ku di bin sîwana HDP’ê de hêzên demokrasiyê û çepgir dixwazin komareke nû pêş bixin. Erdogan û kesên di netewe dewletê de israr dikin dîtin ji bo wan tehlûke ye û ji bo pêşiya wê bigirin, mudaxeleyek çêkirin. Hilbijartina 7’ê Hezîranê qebûl nekirin. Lewma gotin bila hilbijartin ji nû ve çêbibin. AKP û MHP bi hev re darbeyek pêş xistin, li ser HDP, gel û parlamentoyê darbe pêş xistin. Ji ber winda kiribûn û rejîma netewe dewlet îflas kiribû. Ji bo vê komara îflaskirî biparêzin dest bi şer kirin. Xwestin bi şer li ser desthilatdariyê bimînin. Ji bo komareke demokratîk, neteweyeke demokratîk pêş nekeve. Ji bo nehêlin pirsgirêka Kurd çareser bibe, azadiya Rêber Apo û gelê Kurd pêş bikeve.

Ji ber vê şerekî pir qirêj pêş xistin. Li hember vî şerî gelê me yê qehreman li gelek cihan xweseriya demokratîk pêş xistin. Wan jî xwest îradeya gelê me bişkînin, çiqasî bi hovane hatin ser gelê me jî gelê me li hember wan li ber xwe dan. Gelek şehîd çêbûn, ji gelê sivîl, YDG-H, li çiyayan gerîla şehîd ketin.

‘DÎTIN KU LI HER DIÇE LI CÎHANÊ HURMETA JI GELÊ KURD RE ÇÊDIBE’

Dijmin gelek xanî şewitand, xera kir. Erdnîgariya Kurdistan şewitand, texrîb kir. Bi van jî nema şer gihandin goristanan.  Ev çi îfade dike? Bi navê Kurd û Kurdistan çi heye ji holê rakin. Hîtler jî li hember goristanan şer nekir. Faşîzma Tirk a dagirker goristan xera kirin. Ev dide diyar kirin bê şer gihaştiye çi astê. Li hember faşîzma dagirker têkoşîn pêşxistin çi îfade dike çiqas pîroz e vê dide diyarkirin.

Dîtin ku her diçe li cîhanê hurmeta gelê Kurd çêdibe. Alîkariya ji bo gelê Kurd pêş dikeve, dîtin ku li aliyê Tirkiye, di nav hêzên demokrasiyê û Kurdan de hevgirtin çêdibe. Tifaqa gelê Kurd pêş dikeve, tevgera azadiyê xurt dibe û wê ev Tirkiyeyê ber bi welatekî nû ve bibe, wê ev jî azadiya gelê Kurd, azadiya Rêber Apo pêş bixe, xweseriya demokratîk pêş bikeve, Tirkiye wê demokratîk bibe. Ji bo pêşiya wan bigirin, vî şerê qirêj pêş dixin.

‘DENGÊN JI HDP’Ê RE JI  AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ RE YE’

Divê gelê me yê Ewropa vê baş bibîne. Her diçe tevgera azadiya gelê Kurd pêş dikeve û bi ser dikeve. Kes nikare pêşiya vê bigire. Çiqasî êrîş bikin, kuştinan bikin bila bikin, çiqas girtinan bikin, çekên xwe li hember me bi kar bînin jî nikarin pêşiya vê tevgera gerîla bigirin. Nikarin pêşiya azadî û demokrasiyê bigrin.

Lewma rolekî mezin dikeve ser milê gelê me yê Ewropa. Çawa 7’ê Hezîranê ruhek pêş xistin û bi vî ruhî hilbijartin mezin qezenc kirin û darbeyek mezin li AKP, Erdogan û Komara netewe dewlet dan, rêya komareke nû vekirin, rêya demokrasiyê vekirin. Pêwîst e di 1’ê Mijdarê de ji 7’ê Hezîranê mezintir encam bi dest bixin. Ev dikeve ser milê gelê Kurd. Dikeve ser milê kadro, xebatkaran. Lewma kadro û xebatkarên li Ewropa divê bi temamî gelê Kurd bixin nav tevgerê. Gelê Kurd bibe hêza motor ji bo hemû gelên din. Ji bo gel û çandên din hemû, bindest, xizan, jin, ciwan, çep, Tirk, Tirkmen, Azerî, Ereb, Suryan, Ermenî hemû gel karibin bikevin nav tevgerê. Ji ber çavên her kesî li ser gelê Kurd, li ser kadro û xebatkarên tevgera azadiyê ye.   

Divê kes nebêje em dikarin roja dawî dengên xwe bi kar bînin. Ev şaş e. Hê ku dem heye û derbas nebûye pêwîst e hem bi xwe û her kesî bibin ser sindoqan, her kes dengê xwe bide HDP’ê. Dengên ji HDP’ê re dengên ji xweseriya demokratîk re ye, azadî û demokrasiyê re. Wê ev têkoşîna me bigihîne qonaxeke girîngtir. Banga min li jin, ciwan, kadro û xebatkaran re ev e ku ne tenê bi xwe kar bikin. Her kesî tevlî kar û xebatan bikin, bibin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin.

Baweriya min ev e ku di vê hilbijartinê de li Ewropa ji 7’ê Hezîranê wê encameke hê zêdetir bê bidestxistin. Eger hê zêdetir bixebitin wê ji encamên 7’ê Hezîranê du qat zêdetir serketinê bi dest bixin. Li ser vî esasî ez serketinê ji her kesî re dixwazim.”