Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê mitînga 14’ê Tîrmehê a bi navê “Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” a li Amedê li rastî terora polîsên AKP’ê hat de diyar kir;“Mîna hêzeke dagirker Amed ji polîsan dagirtiye û bi şêwazekî hovane êrîşî gel û nûnerên gel dike. Bi van êrîşan careke din hate nîşandan ku dewleta tirk li Kurdistanê hêzeke dagirker, faşîst, mêtînger û tevkujer e.” Bayik got; “Bêgûman gelê Amedê bersiva herî baş û di cî de da henekpêkirinên serokwezîr û faşîzma AKP’ê.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di nivîsa xwe ya di malpera înternetê ya rojnameya Azadiya Welat de hat weşandin de bal kişand ku faşîzma AKP’ê berdewam dike û got; “Yên ku vî rûyê AKP’ê teşîr neke û li dij van polîtîkayên AKP’ê nebin xwedî helwest kî dibe bila be ew jî kirêt bûye.” Nivîsa Bayik wiha berdewam dike:
Faşîzma AKP’ê êrîşên xwe yên li dij gelê Kurd didomîne. Mîna hêzeke dagirker Amed ji polîsan dagirtiye û bi şêwazekî hovane êrîşî gel û nûnerên gel dike. Bi van êrîşan careke din hate nîşandan ku dewleta tirk li Kurdistanê hêzeke dagirker, faşîst, mêtînger û tevkujer e. AKP bi van êrîşên xwe her roj hinekî din xwe tine dike. Yên li Kurdistanê zilm û zext kirin li kîjan çarenûsê rast hatin, wê AKP jî li heman çarenûsê rast were. Yên difikirin ku bi vî rengî wê daxwaza azadiyê ya gelê kurd biçewisînin, diyar e ji hêza baweriya gelê kurd bêxeber in.
Gelê kurd bi dehê salan e bi dayina berdelên giran xwe gihandiye vîna azadiyê. Ji ber ku ev îrade û vîn wisa hesan ne hatiye bidestxistin bi êrîşên AKP’ê jî naşike. Rastiya gel a bi pêşengiya Rêber Apo hatiye afirandin êdî nikare were şikandin û têkbirin. AKP jî wê vê rastiyê bibîne. Lê piştî têkçûna xwe ya li dij vê îradeyê wê di vê rastiye bigihije. Gotina yê Laz ê li ber sêpayê îdamê ya mîna, ‘bila ev ji min re bibe ders’ dema AKP têk çû ji aliyê wê ve jî wê were gotin.
Xuyaye AKP û Serokwezîr êrîşa li dij mitînga 14’ê Tîrmehê weke serkeftinekê dibîne. Bibe nebe bi gotina herî ji rêzê dikare mîna ‘Serkeftina Pirus’ê were binav kirin. Ji xwe hemû dîktator, têgihiştinên faşîst difikirin ku bi hêzên leşker, polîs, îstîxbarat, derfetên aborî û amûrên şerê taybet wê karibin her kesî têk bibin. Niha hikûmet û serokê hikûmeta AKP’ê bi heman psîkolojiyê tevdigerin.
Ji gotinên rojane ên Serokwezîr Erdogan diyar dibe ku ser xwe ve çûye (xwe wenda kiriye) û ji rastiyê dûr ketiye. Wisa ser xwe ve çûye ku dikare bêje; ‘Tevgera Azadiya Kurd dijminê gelê kurd e.’ Diyar e difikire ku wisa bêje wê gotinên wî bibin rastî. Di rewşeke ku rojane her zilmê li kurdan dike, dixwaze kurdên azadiyê dixwazin biçewisîne de Tevgera Azadiya Kurd mîna dijminê kurd nîşan dide. Serokwezîrekî ku hêna hebûn, îradeya siyasî, mafê xwe bi rêvebirinê, mafê perwerdeya zimanê zikmakî red dike; bi bêşermiyeke mezin yên ji bo bidestxistina van mafan têdikoşin weke dijminê kurd nîşan dide. Bi vê gotinê gelê kurd dixe dewsa ehmeqan. Gelê kurd mîna zarokê ku karibe bixapîne dibîne.
Bêgûman gelê Amedê bersiva herî baş û di cî de da henekpêkirinên serokwezîr û faşîzma AKP’ê. Careke din raxiste ber çavan ku ewê serî li ber zilma AKP’ê netewînin. Gelê Amedê bi berxwedana 14‘ê Tîrmeh a 2012’an rojeke bi rûmet a nû li dîrokê zêde kir. Ruhê 28’ê Adar a 2006’an sîleyeke nû li faşîzma AKP’ê xist.
Ev êrîşa faşîzma AKP’ê di heman demê de êrîşa xiyanet û hevkariya kurd e jî. Sedemeke van êrîşên bêperwa yên AKP’ê jî hezkirina hevkaran a ji bo AKP’ê û dijminatiya Tevgera Azadiya Kurd e. Heger ji aliyê xiyanet û hevkaran ve êrîşên AKP’ê rewa neyên nîşandan, evqasî bêperwa êrîş pêk nayên. Ji ber vê yekê jî ev êrîş mîna yên AKP’ê ne di heman astê de êrîşên kesên hevkarê wê ne jî. Ev kesên dijminên sondxwarî yên Apo û PKK’ê bûyina hedefa zilmê ya gelê kurd ne girîng e; derwên yê bi tenê sernekeftin û têkçûna Tevgera Azadiya Kurd e. Ji ber vê yekê jî êrîşên AKP’ê yên li ser gelê kurd rewa û erê dikin. Hin ji wan jî bi gotina, ‘em hem AKP’ê, hem jî BDP’ê şermezar dikin’ heman helwestê dûbare dikin. Mîna hev dîtina BDP’ê û dewleta tirk tê wateya destek dayina van êrîşan. Gelê kurd têkoşîneke mafdar dimeşînin û mafên xwe yên demokratîk bikar tînin. Faşîzma AKP’ê jî dixwaze kurdên xwedî daxwaza azadiyê biçewisîne. Rastî ev e. Her kesê ku dixwaze vê rastiyê cûda nîşan bide şirîkê sûc ê faşîzma AKP’ê ye.
Bi propogandaya reşkirinê ya li dij gelê kurd ku beriya 14’ê Tîrmehê meşand careke din hate dîtin ku AKP hikûmeteke çiqasî faşîst e û şerekî kirêt li dij gelê kurd dimeşîne. Heta bêbextiyên mîna ‘di mitîngê de wê li dij gel çekan bikar bînin’ jî kirin. Mitîng ji ber vê hincetê qedexe kirin; piştî rojekê didoyan jî bi dîmenên derewîn îdîa kirin ku çek hatine girtin. Gelo ev bi serê xwe jî nîşan nade ka di kîjan astê de şerê kirêt li dij gelê kurd tê meşandin? Yên li dij van polîtîkayên AKP’ê ranebin demokratbûn û welatparêzî li aliyekî, nikarin bêjin em mirov in jî. Gelo ji bo rewakirina qedexeyê û êrîşkirina gelê beşdarî mitîngê bû rêzkirina senaryoyên bi vî rengî gelo ne pêkanîna şerê kirêt ê bê mînak e? Tevî vê yekê jî hin kesên ji xwe re dibêjin demokrat û welatparêz li dij vî şerê kirêt bêdeng dimînin.
Yên ku vî rûyê AKP’ê teşîr neke û li dij van polîtîkayên AKP’ê nebin xwedî helwest kî dibe bila be ew jî kirêt bûye.”