Bayik: AKP DAIŞ e, DAIŞ AKP ye!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: AKP'ê DAIŞ xwedî kir û kir keriyê kujerên hov. Komkujiya li Pirsûsê a li hemberî wijdan û pêşeroja gelên me ciwanan hat kirin, êrîşa hevpar a DAIŞ û AKP'ê ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: AKP'ê DAIŞ xwedî kir û kir keriyê kujerên hov. Komkujiya li Pirsûsê a li hemberî wijdan û pêşeroja gelên me ciwanan hat kirin, êrîşa hevpar a DAIŞ û AKP'ê ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku AKP û DAIŞ'ê bi hev re li Pirsûsê komkujî kirine û got, "AKP'ê DAIŞ xwedî kir û kir keriyê kujerên hov. Komkujiya li Pirsûsê a li hemberî wijdan û pêşeroja gelên me ciwanan hat kirin, êrîşa hevpar a DAIŞ û AKP'ê ye."
'KOMKUJÎ ÊRÎŞA HEVPAR A AKP-DAIŞ'Ê YE'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê komkujiya li Pirsûsê li hemberî endamên Ciwanên Şoreşger ên Sosyalîst hat kirin de, daxuyaniyên girîng da. Bayik diyar kir ku berprisyarê komkujiyê AKP ye û destnîşan kir ku gel, agahî û delîlên heta niha derketine holê nîşan didin ku AKP DAIŞ e, DAIŞ jî AKP ye.
Bayik anî ziman ku êrîşên li Kobanê, yên beriya hilbijartinê li Edene, Mersîn, Çewlik û Amedê hatin lidarxistin û êrîşa dawî ya li Pirsûsê êrîşên hevpar ên AKP û DAIŞ'ê ne û got, "Di salvegera Şoreşa Rojava de, di bin navê DAIŞ'ê de hem li Pirsûsê hem jî li Kobanê li hemberî gelê Kurd êrîşên hovane hatin kirin, komkujî hatin kirin. Ez, yên ku ev komkujî kirine lanet dikim. Ji hemû hevalên xwe yên ciwan ên birîndar re şîfa xêrê dixwazim. Ji malbat, derdor û hevrêyên yên şehîd ketine re jî sersaxiyê dixwazim.
Ji vê êrîşê AKP berpirsyar e. Di bin berpirsyariya AKP'ê de ev komkujî hat kirin. AKP nikare xwe ji berpirsyariya vê êrîşê rizgar bike. Me û hêzên demokrasiyê beriya niha dabûn xuyakirin ku AKP bi van polîtîkayên xwe re DAIŞ'ê li Tirkiyeyê jî xwedî dike, ev êrîş wê piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rû bidin û ji bo AKP dest ji vê polîtîkayê berde me hişyariyên cidî dabûn. Lê belê ji ber ku AKP'ê dest ji dijminatiya xwe ya li Kurdan berneda, guh neda van hişyariyên me. AKP em li hundir em jî li qada navneteweyî dijminatiyê li Kurdan dike. Bi mezinkirina dijminatiya li Kurdan, bi xwedîkirina DAIŞ'ê re ev keriyê kujerên hov anî van rojan. Di bingeha têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê re dijminatiya li Kurdan heye. Ji bo tinekirina şoreşa Rojava di destpêkê de El Nûsra bi kar anî, ji ber ku hêza El Nûsra têrê nekir, DAIŞ xist dewrê. AKP DAIŞ e; êrîşeke hevpar dimeşînin. AKP bi mezinkirina DAIŞ'ê re ne tenê li Rojava şer dimeşîne, di heman demê de vî şerî li Bakur jî dimeşîne. Hem li Rojava hem jî li Bakur, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hevkarî tevdigerin. Eger li Edene, Mersîn, Dîlok û Pirsûsê bombeyan dide teqandin û bi sedan mirovan dikuje, her wiha dibe sedem ku bi sedan mirov seqet bimîne, hingî li pişt vê AKP heye."
Bayik da zanîn ku AKP timî nearamiyê diafirîne, şerê li dijî gelê Kurd mezin dike û got, "AKP bi vê yekê re dixwaze xwe ji tengaviyê rizgar bike. Erdogan dixwaze têgihiştina 'Li cihekî AKP bi tena serê xwe nebe desthilatdarî, wê li wir nearamî hebe' biafirîne û dixwaze bi vî rengî Tirkiyeyê têxe nava hilbijartinê. Ji ber ku ji bo careke din desthilatdariyê bi dest bixe, ji bilî vê ti rêbazeke xwe nemaye. Dixwaze şensê xwe yê dawî bi kar bîne. Eger bi ser bikeve dixwaze bi vê rêbazê re xwe ewle bike. Ji bo AKP'ê careke din bike desthilatdar, her tim bêîstiqrariyê diafrîne, pêşî li êrîşên bi vî rengî vedike û rê li ber mirinan vedike. Bi afirandina vê têgihiştinê re dixwaze qaşo Tirkiyeyê bixe nava hilbijartinê, HDP, hêzên demokrasiyê û hêzên çep qels bike. Polîtîkayeke dijberiya demokrasiyê, dijberiya Kurd dimeşîne. Polîtîkaya hikûmeteke şer dimeşîne. Ji bo vê jî şerê li hemberî Kurdan ji gelek aliyan ve dimeşîne. Li her derê dimeşîne. Sedema bingehîn a çalakî û komkujiyên DAIŞ'ê yên li Bakur, AKP bi xwe ye. Erdogan bi xwe ye."
Bayik destnîşan kir ku divê gelê Kurd, Hêzên sosyalîst demokratîk, Misilmanên demokrat, Elewî, Çerkes, Ereb, Suryanî û Êzidî vê rastiyê bizanibin û got, "Ji ber vê yekê divê ev hêz hemû li hemberî tifaqa AKP û DAIŞ'ê bisekinin û hesab ji van komkujiyan bipirsin."
'BILA GEL TEDBÎRÊN XWE YÊN PARASTINÊ BIGIRE'
Bayik da zanîn ku ji bo komkujiyên bi vî rengî rû nedin divê hemû gel, bawerî, hêzên demokratîk û sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê sîstema xwe parastinê ava bikin û got, "Pêwîste li hemberî vê hêza qetlîamker bisekinin û ne li bendê bin ku dewlet û hikûmet wan biparêze. Nabe ku ji hikûmeta AKP'ê ya hevparê van êrîşan e û ji dewletê li benda parastinê bisekinin. Berevajî, divê xwe li hemberî hikûmet û dewletê biparêzin. Ji ber ku li pişt van komkujiyan hêzên dewletê, ev hikûmet bi xwe heye. Li cihekî weke Pirsûsê çawa dikare komkujiyek bi vî rengî pêk were! Qaşo bêyî agahiyan tiştek nikare tevbigere! Kî vê dike? Bê guman Hikûmeta AKP'ê û dewleta di bin kontrola wê de ye."
Bayik axaftina xwe wiha dewam kir: "Vê rastiyê careke din nîşan da ku heeta ku Kurd û gel nebin xwedî rêveberiya xwe, nebin xwedî parastina xwe, wê nikaribin ji van komkujiyan rizgar bibin. Wate û pêwîstiya rêveberiya cewherî ya demokratîk, xweseriya demokratîk û parastina xwe, ku Rêber Apo û gelême bi salane destnîşan dike, bi van êrîşan re careke din derketiye holê. Ya wê pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye demokratîk bibe û gelê me li ser vê bingehê bibe xwedî rêveberî û parastina xwe, yan jî gelê me wê rêveberiya xwe û parastina xwe bi xwe ava bike. Van bûyerên rû dane û rastiya derketiye holê, êdî weke neçariyekê ferz dike ku divê gelê me li her qadê bêyî dereng bimîne rêxistinbûyîna xwe temam bike û li ser bingeha avakirina rêveberiyên xwe, parastina xwe biafirîne."
'ARMANCA KOMKUJIYÊ AVAKIRINA HERÊMA TAMPON E'
Bayik diyar kir ku çavtirsandina hêzên sosyalîst demokratîk ên bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava re hewl didin xwedî li pêşeroja xwe derkevin, hedef hatiye girtin û destnîşan kir ku armanceke din a girîng a vê komkujiyê, avakirina herêma tampon e.
Bayik ev xal destnîşan kir: "Armcaneke din a vê komkujiyê heye. Weke ku tê zanîn Tirkiye her tim herêma tampona li ser hêzên herêmê û navneteweyî ferz dike. Ti hêzeke navneteweyî herêma tampon qebûl nake, li dij derdikeve. Lê belê Tirkiye bi israr vê ferz dike; dixwaze vê bide qebûlkirin. Komkujiya meha bihurî ya li Kobanê jî bi vê armancê da kirin. Ev yek dewama wê ye. Bi vê re dixwaze vê peyamê bide hêzên navneteweyî: Eger herêma tampon neyê qebûlkirin, komkujiyên bi vî rengî wê her tim rû bidin. Eger hûn naxwazin ev rû bide, wê demê divê hûn qebûl bikin ku em li herêma Cerablûsê herêma tampon ava bikin. Tê fêmkirin ku ev kujerên bi kar aniye jî ji Cerablûsê aniye û bi wan çalakî daye kirin. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, bi DAIŞ'ê her şêwe komkujiyê dide kirin. Êdî aliyekî vê yê bê veşartin nemaye.
Kobanê hem rastiya DAIŞ'ê hem jî rastiya AKP'ê derxist holê. Rastiya hin hêzên noker ên Kurd jî derxist holê. Planên van hemûyan serûbin kir. Di pêkhatina vê de lehengiyeke mezin a gelê Pirsûsê heye. Fedekariyên mezin kir, cesaret nîşan da. Ji bo serketina berxwedana Kobanê hebûna xwe kir gorî. Gelê Pirsûsê bi gelê Kobanê re berxwedaneke mezin meşandin. Ji ber ku Kobanê û Pirsûsê hemû planên DAIŞ, AKP û nokerên Kurd têk birin, ji ber ku şoreş pêk anîn, ji ber ku hêviya gelan mezin kirin, her tim dibin hedef."
'WIJDANÊ CIVAKÊ QETIL KIRIN'
Bayik ragihand ku bi komkujiyên li Kobanê û Pirsûsê re hewl tê dayîn xwegihandina hev a Kobanê û Efrînê bê astengkirin û anî ziman ku AKP bi êrîşên bi vî rengî re dixwaze DAIŞ a derbên giran xwariye bê ser hişê xwe û xwe komî ser bi hev bike.
Bayik got, "Li Kobanê jin zarok, extiyar mirovên sivîl li malên xwe hatin qetilkirin, bi sedan hatin birîndarkirin û seqet hatin hiştin. Ev ciwanên ku hewl hat dayîn li Pirsûsê bi komkujiyê re werin rawestandin, dixwestin biçin Kobanê bixebitin û xizmetê bikin." Bayik axaftina xwe wiha dewam kir: "Ciwanên ku bi komkujiyê re hewl hat dayîn pêşî li wan bê girtin, bi dilxwazî û bêyî berdêl xwestin li Kobanê xizmetê bikin. Xwestin gelên Tirkiyeyê û gelê Rojava bigihînin hev. Dewleta Tirk bi komkujiyê re dixwaze pêşî li vê bigire. AKP dibîne ku têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê, gelê Rojava û gelê Bakurê Kurdistanê, wê sîstema siyasî ya paşvrû ya faşîzma 12'ê Îlonê ku sedema hebûna AKP'ê bi xwe ye, hilweşîne. Ji ber vê yekê hewl dide bi qetilkirina ciwanên diçin Kobanê re pêşî li vê yekîtiya têkoşînê bigire.
Tevî astengkirina çûyîna van ciwanan ji bo Kobanê, bi pêkanîna êrîşa întixarî re xwestin mirovên hestiyar ên ji ciwanan pêk tên, çavtirsandî bikin. Qetilkirina van ciwanan tê wateya qetilkirina gelên Tirkiyeyê, qetilkirina pêşeroja wan. Ev ciwan wijdan û pêşeroja vê civakê bû. Van ciwanan xwestin nêrîna têkoşîna hevpar û biratiya gelan a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê bibe Kobanê û lê şênber bikin. Bi vê helwestê re xwestin bingehên Tirkiyeya nû xurt bikin. DAIŞ û AKP ên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de winda kirin, bi vê komkujiyê re êrîşî jiyana biratiya çand û gelan a Tirkiyeyê kirin. Ji ber vê yekê xwestin hesreta azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê û Şoreşa Rojava, bi vê êrîşê re têk bibin, di nava tarîtiyê de bifetisînin. Girîng e hemû hêzên demokrasiyê, mirovên xwedî wijdan, sosyalîst, gelê Tirk, Elewî, Çerkes, Suryanî, Êzidî, jin, ciwan êdî vê rastî û hovîtiya AKP û DAIŞ'ê bibînin, li hemberî vê xwedî li hebûn, azadî û pêşeroja xwe derkevin. Divê têbikoşin. Piştevaniya xurt bikin. Bi vê wesîleyê ez bi rêzdarî bejna xwe li ber van şitlên me yên ciwan ditewînim. Soz didim ku em ê têkoşîna ku ew di oxira wê de parçe parçe bûn bi ser bixînin."
'BILA GELÊ ME XWEDÎ LI ŞEHÎDAN DERKEVE'
Bayik di dewama axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bi xurtî xwedî li cenazeyên ciwanên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derkeve, li ser bingeha biratiya gelan, daxwaza Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bilind bike.
Bayik got, "Li hemberî van êrîşan divê yekîtî û biratiya gelên Tirkiyeyê bêhtir xurt bikin. Pêwîste li her bajar û navçeyên cenazeyên şehîdên me jê rabin hêzên demokrasiyê û gelên me li hev kom bibin û bersiva pêwîst bidin hikûmeta KAP'ê û hevkariyên wê yên hov. Ev şehîdên me divê ji biratî û yekîtiya têkoşînê ya gelên me re bibe wesîle. Ne pêkane ku bi awayekî din mirov bibe layiqî bîranîna wan. Girîng e hêzên çep û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hîn bêhtir bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re tevbigerin, yekîtiya têkoşînê xurt bikin û pêşeroja demokratîk û azad a Tirkiyeyê biafirînin. Di 7'ê Hezîranê de hatiye dîtin ku yekîtî û têkoşîna hevpar rê li ber çi vedike. Bi vê komkujiyê re divê têkoşîna hevpar û yekîtiya di 7'ê Hezîranê de pêk hat, bêhtir were xurtkirin.
Bayik herî dawî got, "Bi vê êrîşê re divê li Kurdistan û Tirkiyeyê gel rabin serhildanê. Dem dema serhildanê ye" û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin.