Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di xwarina fitarê ya ku ji bo rojnamegeran dabû de axivî û got ku divê hikûmeta Tirk bi tunehesibandina 20 mîlyon kurdî siyaseta derve û hundir neke û wiha got: “Dagikirina Suriyeyê, Kurdistana Suriyeyê dê bibe dînitî. Her wiha dê Rojhilata Navîn ji aştiyê dûr bixe. Tu kurdek dê destûrê nede ku hikûmet Qamişlo û Efrînê dagir bike. Em wekî ewladê kurdan dê ji vê re nebêjin ‘serçavan’.”
Baydemîr ji bo xebatkarên çapameniyê li Civata Rojnamegerên Başûrêrojhilat xwarina fitarê da. Serokê Civata Rojnamegeran Veysî Îpek, endamên lijneyê, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Amedê Huseyîn Kaçar, nûnerên ajans, televîzyon, radyo û malperên înternetê, nivîskar û bi giştî 150 rojnameger tevli xwarinê bûn. Her wiha seroka BDP’ya Amedê Zuybet Zumrut û serokên navçeyan jî tevli bûn.
Baydemîr spasiya xwe ji bo rojnamegeran kir û wiha got: “Rojnamegerên vê herêmê di şert û mercên zehmet de dixebitin. Li vir rojnamegerî kirine wekî kirasê ji agire. Bila xweda me hemû ji agir bistirîne.” Di dema xwarinê de rojnameger bi dengên fîşekên hewayî ketin nava tevgerê û Baydemîr jî vê yekê wiha got: “Înşalah dengê fîşekên hewayî bin.”
Baydemîr bang li çapemeniya herêmî jî kir û wiha got: “ Hûn wijdana vî bajarî ne. Ger ne li vî bajarî bana we dê weşangerî nekira. Ger hûn me rexne nekin em pêş nakevin. Çapemenya herêmî bo me girîng e. Bajarê ku çapemeniya wê tune be, herêma ku çapemeniya wê ne azad be û welatê ku çapameniya wê ne azad be îradeya azad jî tune. Welatê ku îradeya wan azad tune be ne mumkune mirov behsa wijdana azad jî bikin. Ger li welatekî wijdan tunebe ez ji wir bi guman im. Ji ber ku wijdan bingeha îmanê ye. Destpêka îmanê ye.
HEWLDANA JI AŞTIYÊ BERPIRSYARÎ YE
Baydemîr da zanîn ku ew bûye mêvanê dayikek ku zarokê xwe wenda kiriye û wiha got: “Wê dayikê mehek berê zarokê xwe wenda kiriye. Ligel vê êşê sekneke bi rûmet nîşanda. Min şukur kir. Ligel êşa xwe ya mezin, got ‘min ewladê xwe wenda kir, ez aştiyeke mayînde bo gelê xwe dixwazim, bila zarokên din nemirin.’ Belê dayikek wisa bû, ez destê wê radimûsim. Em wekî civak jî deyndarê wê ne. Ji ber vê jî ji bo aşitî û edeletê hewldan berpirsyariya me ye.
20 MÎLYON KURDÎ TUNE DIHESIBÎNE
Baydemîr wiha pê de çû: “Gelo ev dînitî çi ye? Ger ku mirov hezm nekin ku cîranên mirovan Kurd in, dema ku cîranên mirovan Kurd bin û jiyan li mirovan heram be, wê demê mirov çawa li welatê xwe bi 20 mîlyon Kurd re dikarin bijîn. Ez aşkere dibêjim. Kesên vî welatî bi rê ve dibin 20 mîlyon Kurdî tune dihesibînin. Bi tunehesibandinê siyasetê dikin. “
DAGIRKIRINA KURDISTANA SURIYEYÊ DÊ BIBE DÎNITÎ
Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dagirkirina Suriyeyê, Kurdistana Suriyeyê dê bibe dînitî. Her wiha dê aştî jî ji Rojhilata Navîn dûr bike. Riya esas Iraq e. Li Îranê jî dê Kurdistana xweser be. Li Tikriyeyê Kurdistana xweser be. Dê li Suriyeyê jî Kurdistana xweser be. Riyeke din ya vê tune. 20 mîlyon kurd êdî hebûna xwe ji bo gelekî ku wan red dike dê diyarî neke. Bila hemû cîhan vê wisa bizanibe. Bila gelê tirk jî bê bizanibe. Gelê ku hebûna me qebûl neke em hebûna xwe ji bo wan diyarî nakin.”
DAGIRKERÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Baydemîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Gelê kurd tu carî dê destûrê nede dagirkirina Qamişlo û Efrînê. Ez wekî ewladekî kurd vê yekê qebûl nakim. Nabêjim serçavan, kerem bikin. Bê guman çeka min tune. Lê destê min hene. Dilê me heye. Em bi ziman, dil û polîtîkaya xwe dê li dijî vê derkevin. “
Baydemîr wiha got: “Di dilê min de bajarê sereke yê Kurdistana xweser Qamişlo ye. Bajarê sereke yê Kurdistana Xweser Amede, Hewlêre û Mahabade an jî dê ew biryarê bidin. Divê sinor bên rakirin û derbasî yekitiya Gumrukê bê kirin. Divê hevkariya siyasî û îdarî bê kirin. “