Baydemîr: Silavdana AKP’ê heram e

Baydemîr: Silavdana AKP’ê heram e

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, di civîna li BDP'ya Amedê de pêk hat de diyar kir ku şaredarên li erdnîgargiya Kurdistanê bi vîna gel a azad hatine hilbijartin tên binçavkirin û got; “silavdana AKP’ê herêma me.

Baydemîr wiha axivî: "Her ku şaredar û hilbijêrên bi vîna gel hatine hilbijartin tên girtin, rewatiya hilbijêrên AKP'ê yên li ser vê axê ji holê radibe. Destûr nadin ku em siyasetê bikin. Kesên li pêş siyaseta me dibin asteng hebûna wan ne rewa ye. Ger ku hûn li hemberî vê yekê dernekevin bila silava em didin we jî heram bibe."

Rêxistina BDP'ê ya Amedê piştî li Wanê li dijî şaredar û rêveberên BDP'ê operasyon pêk hat li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin", "Berxwedan jiyan e" qêriyan. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, anî zinan ku serê vê sibê disa bi operasyonê hişyar bûn û wiha got: "Hikûmheta AKP'ê bi operasyonên siyasî dixwaze dîsa rêveberiyên herêmî ji destê me bigire û desteser bike."

Zumrut, da zanîn ku di navde 42 şaredar jî hene bi sedan hilbijêrên wan girtî ne û wiha got: "Li dijî me polîtîkaya komkujiya siyasi tê meşandin. Lê em disa li ser piyan in. Her roj operasyonên siyasî û leşkerî didomin. Bi van operasyonan her roj leşker û gerîla jiyana xwe ji dest didin. Bi van operasyonan dixwazin şaredariyên BDP'ê ji destê me bigirin. Lê em destûr nadin vê yekê." Zumrud, bal kişand ser komkujiya Roboskî û destnîşan kir ku bi bombeyên gazê heta niha zêdeyî 100 zarok hatin qetilkirin. Duh li Geverê ciwanê 17 salî Ozgür Taşar bi çekê jiyana xwe ji dest da. Polîtikayên înkar û îmhayê li dijî kurdan didome.

SILAVDANA AKP’Ê HERAM E

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku ew li hemberî zilmê tu carî bejnê natnewînin û wiha got: "Şaredarên li erdnîgargiya Kurdistanê bi vîna gel a azad hatine hilbijartin tên binçavkirin û girtin. Her ku şaredar û hilbijêrên bi vîna gel hatine hilbijartin tên girtin, rewatiya hilbijêrên AKP'ê yên li ser vê axê ji holê radibe. Destûr nadin ku em siyasetê bikin. Kesên li pêş siyaseta me dibin asteng hebûna wan ne rewa ye. Ger ku hûn li hemberî vê yekê dernekevin bila silava em didin we jî heram bibe."

Demîrtaş, xwest hemû dinya alem bizanibe ku tu carî serî li hemberî zilmê natewînin û êdî bi tu awayî ji wan bawer nakin û wiha berdewam kir: "Hûn jî dê wekî fîraunan di nava zilma xwe de bixeniqin. Bi van operasyonan hindik maye hemû BDP'î bên girtin. Êdî silavdayîn û silavgirina AKP'ê heram e. Kesên ku di têkoşina azadiyê de gavan paşve bavêje namerd in. Em dê têkoşîna xwe ya bi rûmet berdewam bikin. Em qet teslîm nabin. Berxwedan jiyane, berxwedan jiyane."