Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr bi 66 keyayên taxên herêma Yenîşehîr, Baglar û Sûrê ve hati cem hev û pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kir.
Civîn li Sînemaya Cep a Burhan Karadenîz pêk hat. Şaredar Osman Baydemîr, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, cigirê şaredariya Sûrê Nakşî Sayar, cigirê şaredariya Baglarê Osman Kaya, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ Fahrettîn Çagdaş, Sekreterê GiştÎ yê şaredariya Mezin Abdullah Sevînç û serokên daîreyan tevli bûn.
Di civînê de projeyê 2012’an a şaredariya Bajarê Mezin û xebatên bajar hatin vegotin û piştî vê jî pirsgirêk û daxwazên keyayan hate guhdarî kirin. Baydemîr pirsgirêk yek bi yek nîşe girt û destnîşan ki rku hemû daxwaz û pirsgirêkan li gorî derferan dê binirxînin û got ji bo ku encamên xebatan bên nîqaşkirin dê di meha cotmehê de dîsa bên cem hev. Baydemîr da zanîn ku li taxên nû xizmeta av û kanalîzasyonê jî pêk anîne û got bi taybetî jî ji bermahiyên sewalan davêjin avê zehmetiyan dikişînin.
Baydemîr destnîşan kir teqez destûrê nadin bikaranîna ava kaçax û got divê ava vexwarinê li bax û baxçeyan neyê bikaranîn. Di vê mijarê de keya hişyar kir.