Baydemîr: Dewlet bendavan wekî şantajê bikar tîne

Baydemîr: Dewlet bendavan wekî şantajê bikar tîne

23. Civîna Asayî ya Hevparên Konseya Bajar ya Rêveberiyên Herêmî Gundem 21 ya Amedê pêk hat. Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr anî ziman ku, 27 milyon Euro 'pêşdeçûna paqijkirina Biyolojîk' kirine xizmetê.

23. Civîna Asayî ya Hevparên Konseya Bajar ya Rêveberiyên Herêmî Gundem 21 ya Amedê li salona resepsiyana Sumer parkê hat li darxistin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir, TMMOB, KESK, SES, Tum-Belsen, DESOB, Meclîsa tendirustiya hawîrdorê û bi dehan kes tevlî civînê bûn. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr axaftina vekirin kir û da zanîn ku 27 milyon Euro 'pêşdeçûna paqijkirina Biyolojîk' kirine bin xizmetê û wiha axivî: "Mirovên ku li ser çemê Dîcle û Firatê jiyan dikin xwedi mafin. Berpirsiyarên herêmî û konferansa aştî û avê avakirin giringe. Ev ya dê ji bo paqijkirina avê û parastina xwezayê bibe karekê baş. Têkiliya dinavbera mirovan de, di heman demê li ser esasê têkiliya xweza û aştiyê hatiye avakirin. Ev ya di eynî wextêde nêzîkatiya mirovan a ji bo germbûna kûrevî û xwezayê dide nîşandan."

PIRSGIRÊKÊN BAJAR HATIN NÎQAŞ KIRIN

Baydemîr diyar kir ku hemû enerjî ji rojê dikarin îstîfadeyê bigirin û wiha axivî: "Dewlet bi çêkirina bendavan tenê ne ji bo pêdiviyên enerjiyê, di heman demê de gelên ku ji çemên Dîcle û Firatê sûd wergirtin ji bo aliyên wan yên siyasî bandor bike wek şantaj dide bikaranîn."

Piştî axaftina Baydemîr di derbarê xebatên Konseya bajêr de sinevîzyon hat pêşandan . Civîn bi moderatoriya Osman Baydemîr, endamê meclîsa tendirûtî û hawîrdorê Mustafa Evgîn, Meclîsa Jinan ya konseya bajêr Melek Engîn, meclîsa kesên gengellî ya konseya bajêr Rojda Guzel hat destpêkirin. Nîqaş li ser 'Şîrên pazarê', 'ji bo bajarekê bê kêmasî pêşniyarên çareseriyê' ' Di bajar de ji bo zarokan kêmbûna qadên spor û leyîstinê' û 'Qada berpirsiyarî û Sur kirina listeya UNESCO' yê hatin kirin.