Baydemîr bi Rihayiyan re civiya

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, diyar kir ku heta rêveberên HDP’ê û DBP’ê û zarokên gel ên girtî neyên azadkirin ti kes azad nabe.

Têkildarî biryara “Rûniştina Parlamentoyê”, hevdîtinên gel vê care li Rihayê dewam kir. Di hevdîtinê de ku li Komeleya Çand û Huner a Rihayê hate lidarxistin, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Hevserokê Bajarê Amedê Omer Onen, Hevseroka Bajarê Rihayê Ayşe Surucu, rêveberên partiyê û gelek kes beşdar bûn.

Baydemîr di civînê de axivî û diyar kir ku divê li dijî vê zilma li ser gelê Kurd tê meşandin her kes bi erkê xwe yê dîrokî bi berxwedanê bersiv bide. Baydemîr destnîşan kir ku daxwaza gel a li dijî zilmê tê lêpirsîn û wiha got: “Saziyên me yê rêxistinî çi ji me dixwazin, em dixwazin vê fêr bibin. Her sibehê em bi darbeyeke nû re şiyar dibin. Divê em li dijî Rewşa Awarte helwesteke çawa nîşan bidin? Xeteke çawa ya berxwedanê bişopînin? Li bersiva van pirsan digerin.”

Baydemîr bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî zilmê li ber xwe dide, silavên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Rihayiyan kir. Baydemîr diyar kir ku di demên dawî de bi hezaran kes hatin girtin û îfade kir ku heta rêveberên HDP’ê û DBP’ê û zarokên vî gelî yên girtî neyên azadkirin ti kes azad nabe.

Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.