Bav Dolan: Mazlûm û gelek kes di binê xirbe de mane

Derket holê, ku nûçegihanê DÎHA'yê Dolan û gelek kesên pê re li jêrzemîna li Sûrê di binê xirbeyê avahiyê de mane.

Derket holê, ku nûçegihanê DÎHA'yê Dolan û gelek kesên pê re li jêrzemîna li Sûrê di binê xirbeyê avahiyê de mane. Bav Dolan da xuyakirin, ku kurê wî bi rêya telefonê jê re ragihandiye, ji ber topbaranê avahî bi ser wan re rûxiya ye û xwest, korîdoreke însanî bê vekirin.

'BILA KORÎDORA ÎNSANÎ WERE VEKIRIN'

Nerazîbûna li hemberî provaya 'Cizîrê' ya li Sûrê tê kirin, mezin dibe. Derket holê, nûçegihanê DÎHA'yê Dolan û gelek kesên pê re li jêrzemîna li Sûrê di binê xirbeyê avahiyê de mane.

Bav Remzî Dolan ji ANF'ê re axivî û kurê wî di axaftina herî dawî ya bi telefonê pê re kir de got, ji ber topbaranê beşeke mezin a avahiyê bi ser wan de rûxiya ye û ew di binê xirbe de mane. Bav Dolan got, "Kurê min ji min re got ew di binê xirbe de mane. Anî ziman ku jinek bi ala spî derket derve, lê hêzên dewletê gule berdane lingê wê, ew birîndar kirine lewma kes ji avahiyê derneketiye. Divê derhal korîdoreke însanî were vekirin û heyetek biçe wê derê, wan ji wir derxîne."

'EZ BIRATIYEKE BI VÎ RENGÎ NAXWAZIM!'

Bav Dolan diyar kir, ev 80 roj in mirov mexdûr bûne, lê deng ji kesî dernakeve û got, "Eger 80 roj in deng ji kesî dernakeve, kes ji wir nayê derxistin û li pêş çavan mirov ber bi mirinê ve tên dehfdan, hingî ez biratiyeke bi vî rengî naxwazin. Ev derewa ku hezar sal e ji me re tê gotin, îro bêhtir xuya kir."

Dolan da zanîn, ku li Sûrê mirov bêav mane, pitikên 6 mehî bê şîr mane û got, "Eger mirovahî ev be, lenet li vê mirovahiyê bê! Ji vê derê bang li rayedarên Kurd û Tirk û her kesên ji xwe er dibêje ez mirov im dikim; eger biratî ev be, ez vê biratiyê naxwazim."

JI MEDYAYÊ RE: EGER PIÇEK EXLAQ BI WE RE MA BE...

Bav Remzî Dolan da xuyakirin, ku kurê wî ji bo rastiyan binivîsîne û bûyeran bike belge ev 80 roj in li Sûrê wezîfeya xwe dike û got, "Kurê min ji bo rastiyan nîşanî raya giştî bide, mirin da pêş çavê xwe. Nûçeya rast çi be kurê min ew nivîsand. Bang li rojnamevanan dikim; eger bi we re piçek exlaqa çapemeniyê ma be -vê bi taybetî ji medya Dogan û medya alîgir re dibêjim- hûnê wehşeta li vir bibînin û rastiyan binivîsînin."