Bav Çûkûr: Rozerîn bêrûmetî qebûl nekir

Cenazeyê Rozerîn Çûkûr a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû û bi rojan cenazeyê wê li kolanê mabû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Rozerîn Çûkûr a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû û bi rojan cenazeyê wê li kolanê mabû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Di merasîmê de bav Çûkûr axivî û wiha got: “Zarokên me ji bo rûmeta gelê Kurd li ber xwe dan, bêrûmetî qebûl nekirin.”

Cenazeyê Rozarîn Çûkûr a (17) di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amdê di 8’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan di encama testa DNA’yê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl hate girtin. Cenaze ji bo definkirinê anîn gundê Herîdan ê navçeya Dîcleyê.

Cenazeyê Rozerîn, bi konvoyekî bi sedan wesayîtan, anîn gundê di navbera çiyayê Pîran ê ku di têkoşîna azadiyê tê naskirin, li goristanê posterên “We rêz neda dema dijiya, rêz bidin darbestiyê” hatin daliqandin. Posterên ku li ser wêneyên cenazeyên ku bi rojan ji aliyê çeteyên Qesrê ve rê nahatin dayîn bên girtin hatin bilindkirin.

Li goristanê ji bo kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane lorîn hatin gotin û dengê tilîliyên jinan û çepikan bilind bûn, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Sûrê” û “Bi Berxwedanê Em Ê Bi Ser Kevin” hatin qîrkirin.

KAMEREYA LI SER GORÊ

Darbesta ku bi ala PKK’ê hatibû pêçan, li ser milên jinan anîn pêşberî gund, li vir wecîbeyên olî anîn cih. Di merasîma cenaze de, li gel malbatên ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn, parlamenterên HDP’ê, hevriyên wê yên wênekêş û bi sedan kes amade bûn, cenazê Çûkûr li ser milên jinan birin goristanê.

Li gel dûayan li goristana ku beriya 5 mehan kolabûn de hate definkirin û piştre bi kêla gora Rozerînê ve kamereya wênekêşê hilawistin.

Dayik Fahriye Çûkûr piştî definkirina keça xwe li ser gorê lorand. Dayik Çûkûr pûşiya keça xwe li kêla gorê girêda li goristanê gul çand.

Hevseroka MEYADER’ê Ayşe Dicle di merasîmê de axivî û diyar kir ku Rozerîn piştî 5 mehan hate definkirin, ew bû sembola şadiyê ya Kurdistanê. Dicle anî ziman ku dewletê destûrên şer jî binpê kirine, bi bîr xist ku rê nehatin dayîn ku birîndar û cenazeyan rakin.

DEMÎREL: NAVÊ ROZERÎN BI TÎPÊN ZÊRÎN HATIN NIVÎSÎN

Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî diyar kir ku Rozerîn li çiyayê Pîranê bûye evîndarê têkoşîna azadiyê û bi berxwedana Sûrê ve jî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê û dîroka cihanê nivîsandiye. Demîrel wiha axivî: "Rozerîn pênûs û lênûska xwe wergirt û tevlî berxwedana Sûrê bû. Bi berxwedana Rozerînê ve li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ti rewabûna hikûmeta AKP'ê nema."

Demîrel got ku nasnameya Rozerîn Çûkûr ligel ku bi Ramazan Ogut re hatiye tespîtkirin jî nehatiye eşkerekirin. Demîrel bi bîr xist ku bi vê yekê re jî dozgerê Amedê sûc dike û ev pêkanîna dewletê ya bi zanebûn e wê giliyê dozgerê Amedê bikin.

BAV ÇÛKÛR: YA KU DEWLETÊ JI BÎR KIR; SERNETEWANDINA MALBATAN BÛ

Bavê Rozerîn Çûkûr, Mustafa Çûkûr ê ku bi mehan ji bo ku cenazeyê keça wî bê dayîn têkoşiya, ji malbatên ku zarokên wan di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, kedkarên çapemeniyê û parlamenterên HDP'ê re ji ber ku ew tenê nehiştine spasiyên xwe kirin. Mustuafa Çûkûr wiha got: "Dewlet her tiştî dizane, lê tiştek ji bîr kir. Tişta ku dewletê ji bîr kir çognedanîna malbatan e."

Çûkûr bi lêv kir ku piştî dewletê di salên 90'î de gundê Herîdanê talan kiriye bûye şahid, ji ber vê yekê jî di dilê xwe de evîna azadiyê mezin kiriye û wiha axivî: "Wê demê çirûşkên berxwedanê kete dilê Rozerînê. Îro ew çirûsk bûye berxwedana dîrokî. Rozerîn dema ku ket Sûrê weke berxwedêrên çekdar neket hundir. Bi unîformaya xwe, pênûs û lênûska xwe ve kete Sûrê. Armanca wê şerkirina bi qatilên dewletê nebû. Hêza wê çi bû xwest wê bike. Dewlet beriya ku vê yekê bike amadekariya van qatlîaman jî kiribû. Dema ku qanûnên ewlehiyê derket ciwanan ev roj dîtin û heta dawî jî li ber xwe dan."

 ‘BÊRÛMETÎ QEBÛL NEKIR’

Çûkûr ji ber ku gelê Kurd bi awayeke xurt xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derneketine gazinc kir û wiha got: "Dewlet bêrûmetiyê li ser gelê Kurd ferz dike. Ciwanên me ev roj berê dîtin û biryara berxwedanê dan Lê gelê me nebûn hevparê vî berxwedanê. Ji bo ku bibin hevparê berxwedanê gelek caran bangawazî hatin kirin. Di mirina zarokên me de çiqas dewlet berpirsyar be, gazincên me yê ji bo gelê me jî ewqas mafdar e. Zarokên me mirin dîtin û ji bo berxwedanê çûn Sûrê. Zarokên me ji bo rûmeta gelê Kurd li ber xwe dan, bêrûmetiya hate ferzkirin qebûl nekirin."

Çûkûr bal kişand li ser nesamîmiyeta hikûmeta AKP'ê ya ku guh neda hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çûkûr bi lêv kir ku Sûrê bi Rozerîn Çûkûr û Ramazan Ogut re cenazeyê Hakan Aslan ê jiyana xwe dest da jî hê nehatiye teşxîskirin û wiha axivî: "Em ê neynûkên şehidên xwe jî nehêlin. Em ê xwedî li hemû şehîdên xwe derkevin."

Çûkûr ajandaya Rozerîn li ser wasiyeta wê danî li ser gora wê û xwest kesên li goristanê ne hestên xwe binivîsînin.

BIRAYÊ WÊ HELBEST XWEND

Piştî axaftinan helbesta "Yaşama Daîr" a ku Rozerînê lI Mala Piştevaniya Perwerdehiyê ya Amedê dema xwendibû, ji aliyê birayê wê Mûrat Çûkûr ve hate xwentin. Piştî helbest hat xwendin kesên li goristanê ji bo malbatê sersaxî xwestin.

Ji bo Rozerînê wê li Mala Şînê ya Temîran sersaxî bên qebûlkirin.