Başûrê Kurdistanê dê peymanên petrolê îmze bike

Başûrê Kurdistanê dê peymanên petrolê îmze bike

Hat ragihandin ku dê rêveberiya Başûrê Kurdistanê di rojên pêş de bi şîrketên petrolê yên navneteweyî de hin rêze peymanan mor bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya li Dihokê da de ragihand ku ew ê peymanên bi şîrketên navneteweyî yên weke Exxonê re mor bikin.

Barzanî destnîşan kir ku petrol ji bo Başûrê Kurdistanê kilîda geşdanê ye û diyar kir ku pirsgirêka petrolê ji bo wan pirsgirêkeke neteweyî ye.

Yek ji krîzên ji sala 2011 ve di navbera Herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê de rû dan, peymanên ku Herêma Kurdistanê li gel şîrketên mezin ên petrolê yên navneteweyî mor kiriye. Hikûmeta Iraqê van peyaman weke “ne fermî” bi nav dike, lê rêveberiya Hewlêrê jî diyar dike ku makeqanûna Iraqê ev maf daye wana.