Barzanî qanûna lêborînê erê kir

Barzanî qanûna lêborînê erê kir

Piştî Parlementeroya Herêma Federal a Kurdistanê qanûna lêborîna giştî erê kir û ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re sand. Barzanî ev qanûn erê kir.

Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê bi rûniştinek taybet a di 4'ê hezîrana 2012'ê de pêk anî de zagona lêborîna giştî erê kir û ji Serokê Herêma Ferderal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand.

Barzanî jî zagon erê kir. Zagonê berê niha ji aliyê Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê ve hatibû vetokirin. Di hevdîtinên zagonên de di navbera partiyên siyasî de nîqaş derketibû û hinek partiyan rûniştin boykot kiribûn.

Li gorî zagonê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê ji carekê zêdetir nikare zagonê red bike û heke di navbera 10 rojan de zagon neyê îmzakirin wekî zagon hate erêkirin tê qebulkirin.