Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştrast kir ku Herêma Kurdistanê ciwanên Kurd ku piraniya wan ji artêşa Sûriyeyê firar kirine, perwerde dike û got ku evane heta niha bo Rojavayê Kurdistanê nehatine şandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji televîzyona El Cezîreyê re axivî û diyar kir ku Herêma Kurdistanê perwerdehiya leşkerî dide ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê.
Barzanî got; “Hejmarek ji ciwanên Kurd ên reviyan hatin perwerdekirin. Em naxwazin yekser mudaxeleyê vê rewşê bikin. Lê hatin perwerdekirin. Barzanî got ku ev hêz heta niha ji bo Sûriyeyê nehatine şandin, lê ew dixwazin ku ji bo valatiya ewlehiyê ya piştî vekişîan hêzên artêşa Sûriyeyê dabigirin amade dikin.
Barzanî destnîşan kir ku ev hêzên ku ji ciwanên Kurd ên ku piraniya wan ji artêşa Sûriyeyê firar kirine pêk tê amade ne, lê belê sînor derbas nekirine. Barzanî got ku ev hêz dê di çarçoveya fermanên Konseya Bilind a Kurdan de tevbigerin.
Barzanî got; “Me neşandine Sûriyeyê. Ew hîna li vir in. Ger Komîteya Bilind (Konseya Bilind) bixwaze, dikarin biçin. Ger nexwazin dê li benda zelalbûna rewşê bimînin, ji ber ku ev mirov ji wê derê ne û dê dîsa vegerin.”
Du hefte berê, di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, her du meclîsên Rojavayê Kurdistanê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê li Hewlêrê li hev civiyabûn û biryar dabûn ku Konseya Bilind a hevpar a Kurdan bê avakirin. Ev peyman di nava raga giştî de weke Peymana Hewlêrê tê binavkirin, peyman ji 7 madeyan pêk tê, di nava vana de avakirina komîteyên hêzên parastinê jî hene.
Barzanî der barê peyamanê de got; “Piştgiriya ku herî baş a ku diviyabû me bidadaya, ew bû ku hêzên Kurd bi hev re tevbigerin, em di vê yekê de bi ser ketin.
Barzanî got ku li herêma Hesekê hêzên Sûriyeyê xwe ji herêmê vekişandine . El Cezîreyê ragihand ku desthilatiya van bajaran ketiye destê şervanên Kurdan.