Serokê Baroya Rihayê Îrfan Guven, têkildarî komkujiya duh ku 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da axivi û diyar kir ku, ji ber şert û mercên girtîgehê pir xirabin, sewal jî nikarin li wir bijîn.
Boraya Rihayê têkildarî komkujiya li Girtîgeha Rihayê pêk hat û 13 kes hatin qetilkirin daxuyaniya nivîskî da. Serokê Baroya Rihayê Îrfan Guven, anî ziman ku piştî serhildana li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 13 girtî bi awayekî pir dijwar hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan û 5 girtî jî birîndar bûne. Guven, diyar kir ku li gorî daxuyaniya fermî ya Walîtiyê tê gotin ku, "di navbera girtiyan de pevçûn derketiye" lê di rastiya wê de ne wisa ye û wiha got: "Girtiyên girtîgehê di bin şert û mercên pir xirab de dijîn. Girtiyan li dijî şert û mercên xirab ranza dane ber agir û serî hildane. Li girtîgehê şert û mercên li dijî mirovahiyê hene. Li wê girtîgehê sewal jî nikarin bijîn. Li hemberî germahiya li hundirê girtîgehê sewal jî nikarin îdare bikin.”