BI DÎMEN

Banga serlêdanê li malbatên YPS'yî yên li Nisêbînê hate kirin

Hevserokê Şaxê MEYA-DER ê Mêrdînê Çelîk da xuyakirin, ku texta DNA ya YPS'yiyên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan qediya ye û ji malbatan xwest, serî li rayedaran bidin.

Gelek cenazeyên endamên YPS û YPS Jinê yên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku nehatin tespîtkirin ji aliyê malbatan ve nekarî bên rakirin. Hêzên dewletê cenazeyên endamên YPS'ê şand Mêrdîn, Riha, Amed û Stenbolê û li van deran li goristanên bêkesan veşart. Ji bo teşxîskirina cenazeyan, xwîn ji malbatan hate girtin. Testa DNA ya cenazeyên ku bi mehan e li goristanên bêkesan hatine veşartin, berî niha bi çend rojan qediya.

Hevserokê Şaxê MEYA-DER ê Mêrdînê Şerîf Çelîk, ku kar û barên cenazeyên YPS'yiyan ên li Nisêbînê dişopîne, bi rêya ANF'ê bang li malbatên YPS'yiyan kir, ku serlêdanê bikin.

'CENAZE LI GORISTANÊN BÊKESAN E'

Hevserokê Şaxê Mêrdînê yê MEYA-DER'ê Çelîk li ser endamên YPS'ê yên li Goristanên Bêkesan hatine veşartin ev agahî da: "Piştî ku qedexe hat rakirin, bi meha Tîrmehê re 60 cenazeyên ji Nisêbînê hatin rakirin, anîn navenda Mêrdînê. 21 ji van cenazeyan li Mêrdînê, 27 li Rihayê, 6 li Amedê û 4 jî li Stenbolê di goristanên bêkesan de hatin veşartin. 2 cenaze jî hê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ne."

'BILA MALBAT SERÎ LI SERDOZGERIYA KOMARÊ YA NISÊBÎNÊ BIDIN'

Çelîk anî ziman, dosyayên li ser hemû cenazeyên endamên YPS'ê yên li goristanên bêkesan hatine veşartin ji Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê re hatine şandin û got, ji bo girtina encamên testa DNA'yê lazim e malbat bi daxwaznameyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê bidin.

'CENAZE RÛMETA ME NE, DIVÊ MALBAT DERHAL SERLÊDANÊ BIKIN'

Çelîk da zanîn, ev 7 meh in cenaze bi rengekî ku li nirxên gelê Kurd û mirovahiyê nayên hatine veşartin û got, "Cenazeyên me rûmeta me ne. Divê malbat demek ji ya din zûtir cenazeyan rakin û bi rengekî li rûmeta me tê, bi merasîman veşêrin."