Banga meşa 1’ê Tebaxê

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Farqînê bang li gelê navçeyê kirin ku tevlî meşa 1’ê Tebaxê ya wê ji bo azadiya Ocalan bê lidarxistin bibin.

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Farqînê bang li gelê navçeyê kirin ku tevlî meşa 1’ê Tebaxê ya wê ji bo azadiya Ocalan bê lidarxistin bibin.

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Farqînê têkildarî meşa 1’ê Tebaxê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê ber bi Gemlîkê ve wê bê lidarxistin li avahiya HDP’ê ya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de ku gelek kes beşdar bûn, Hevseroka DBP’a Farqînê Aynûr Sumer bang li her kesî kir ku tevlî meşê bibin. Sumer da xuyakirin ku ji bo tevlîbûna meşê wê 1’ê Tebaxê saet 14.00’an wesayît ji navçeyê rabin.