Alîkarê Hevserokên BDP’ê û Berpirsê Rêveberiyên Herêmî Palementerê Çewlikê Îdrîs Baluken nerazîbûnek tund nîşanî girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya da û got; “Hedefa wan rêveberiya me ya herêmî ya alternatîf e.”
Alîkarê Hevserokên BDP’ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirs û Parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken nerazîbûnek tund nîşanî girtina Şaredarê Wanê Bekir Kaya da. Baluken daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dê gel li hemberî van zextên li ser rêveberiyên herêmî yên partiya wan li ser esasê xwedîlêderketinê tevbigerin û got; “Em ji raya giştî re radigînin ku dê têkoşîan me ya di warê hiqûqa neteweyî û navneteweyî de jî berdewam bike.”
Baluken bi bîr xist ku bi rê û rêbazên ne hiqûqî 6 parlementer, 32 şaredar û 7 hezar endam û rêveberên partiya wan hatine girtin û got; “Ev operasyonên li hemberî partiya me tê kirin, bi awayeke herî berfireh li hemberî rêveberiyên me yên herêmî pêk tên. Bi van operasyonan dixwazin rêveberiya me ye herêmî ya ku şaredartiya klasîk derbas kiriye, û li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya zayendî mondeleke alternatîf pêşkêş kiriye, asteng bikin, û têkiliya wê ji gel qut bikin.”
Baluken bi bîr xist ku herî dawî Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Şaredarê berê yê Elbakê Îhsan Guler û Serokê berê yê BDP’ya Wanê Cuneyt Caniş hatin girtin û got; “Balkêş bû ku ev operasyona hema piştî 2’emîn Konferansa Ekolojî û Rêveberiyên herêmî ya partiya BDP’ê ya di 01-03’ê hezîranê de pêk hatin.” Baluken destnîşan ki ku li hemberî hemû zext û operasyona dîkdatorî û faşîst, partiya wan di vê konferansê de lez da pratîzekirina Xweseriya Demokratîk û ev yek jî bû sedema xof û tirsa wan.
Baluken bal kişand ser nerazîbûn û berxwedana gelê Wanê û got; “Em ji raya giştî re radigînin ku dê têkoşîan me ya di warê hiqûqa neteweyî û navneteweyî de jî berdewam bike.”