Balefirên şer Zapê bombebaran kirin

Balefirên şer Zapê bombebaran kirin

Balefirên şer ên artêşa Tirk şevê din demjimêr di 23.00 de herêma Zapê ya di bin kontrola gerilayan de bombebaran kir. Der barên encamên bombebaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Herî dawî artêşa Tirk di 23-24’ê hezîranê de Qendîlê bombebaran kiribû û kesê bi navê Mihemed Îbrahîm birndar bibû.

Artêşa Tirk di her carekê de herêmên sivîl dike hedef. Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirkan a 21’ê Tebaxê de jî li gundê Korteka bi ser herêma Qendîlê ya li Başurê Kurdistanê 4 jê zarok, yek jê dayîka ducanî 7 sivîlê Kurd bi awayekî hovane hatin kuştin.

Herî dawî, di meha çileyê de di encama teqîna bombeyek mîsket de kesek jiyana xwe ji dest dabû., Sê kesên bi ser malbata Geliyê Pisaxa ya êla Sindî dema vedigeriya nava erdên xwe yên Dola Marsîsê, dîtin ku erdên wan ji aliyê balefirên şer ve tê bombekirin.

Ji şêniyên gund, şêniyê bi navê Hecî Hisên Ehmed ê 80 salî di encama teqîna bombeya xarî (mîsket) de jiyana xwe ji dest da. Weke tê zanîn artêşa rejîma Tirk bi taybetî ji 17’ê Tebaxa borî û vir ve hema bigire her roj bi ser sedan gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bombeyan dibarînin.