Balefirên şer yên artêşa Tirk di demjimêrên 11.30’an de û heya niha li ser Herêmên Parastina Medyayê digerin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, çend balefirên şer yên artêşa Tirk û hêjmara wan nehate zanîn, li herêmên Parastina Medya yên Çemcû, Zap û Metîna digerin.
Heya niha tu agahiyên ka herêm bombebaran kirine yan na nehatine girtin.
Hêjayî gotinêye ku, îro di demjimêrên 02.00’an de çend balefirên artêşa Tirk li dijî herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî pêkanî bû, lê heya niha çavkaniyên HPG’ê derbarê van êrîşan de ti daxuyanî nedane.