Balefirên şer bejahiya Şemzînanê bombebaran dikin

Balefirên şer bejahiya Şemzînanê bombebaran dikin

Pevçûnên ku li Şemzînanê 8 roje didomin, herêmên bejahiya navçeyê ji aliyê balefirên şer ve tê bombebaran kirin.

Pevçûnên ku li navçeya Şemzînanê Colemêrgê 8 roje didomin, di demjimêrên şevê de herêmên zêde pevçûn lê çêdibin ji aliyê balefirên şer ve hatin bombebaran kirin. Herêmên Rûbarok, Gundê Yeşîlova, Gunyazi û gundikê Yîgîtler, Mêrgesor, Sertatan, Çiyayê Kuremizgeftan û qûntarên çiyayê Goman, herêmên Xakûrk, Xinêre, Basyan û Avaşîn ji aliyê balefirên Tirk ve hatin bombebaran kirin.

Li aliyê din jî hate ragihandin ku, li gel bajarokê Rûbarok, 10 gund û 42 gundikan rêya wan girtiye.

Weke din jî hate aşkera kirin ku, Qeymeqamê Şemzînanê li keyayên gund geriyaye û jêre gotiye, destûr nedin gundiyan derkevin dervey gund ji ber ku li herêmê operasyon bi awayek berfireh didome.