Balefirên artêşa Tirk Qendîlê bombebaran dikin

Balefirên artêşa Tirk Qendîlê bombebaran dikin

Hate ragihandin ku, gelek balefirên artêşa Tirk herêma Qendîl ya girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bombebarand dikin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, li derdora demjimêrên 23.30’an de gelek balefirên artêşa Tirk herêma Qendîl bombebaran kirin. Hate ragihandin ku, di dema bombebaranê de hinek gund jî bûne hedef û her wiha bombebaran hêjan didome.

Gundê Enzê jî di nav gundên ji aliyê balefirên artêşa Tirk ve hatî bombebaran kirin de ye. Çavkaniyên herêmê diyarkirin ku, du bombeyên balefirên artêşa Tirk gelek nêzî gund ketine.

Balkêşe ku ev êrîş piştî civîna ewlekariyê ya li Enqereyê û gotina Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya ku Rojavayê Kurdistanê “terrorist” îlan kir û gefa “mudaxeleyê” pêkhat.