Balafirgeha 'Navneteweyî' ya Rihayê ji ber mij, zivistanê nikare seferan bike
Balafirgeha ku AKP'ê digot 'Me ji bo Rihayê Balafirgeha Navneteweyî çêkir', jê nayê ku xizmetê bide gelê Rihayê.
Balafirgeha ku AKP'ê digot 'Me ji bo Rihayê Balafirgeha Navneteweyî çêkir', jê nayê ku xizmetê bide gelê Rihayê.
Balafirgeha ku AKP'ê digoti 'Me ji bo Rihayê Balafirgeha Navneteweyî çêkir', jê nayê ku xizmetê bide gelê Rihayê.
Balafirgeha ku di sala 2007'an de ji aliyê Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ve bi merasîmekê hat vekirin, bi armanca rantê li cihekî 35 kîlometre dûrî navenda bajêr hat çêkirin.
Ev herêma balafirgeh lê hatiye çêkirin, zivistanê timî mij e. Lewma balafirgeha ku bi mîlyaran dolarî hat çêkirin, nikare seferên balafiran bike.
Endamê TMMOB'ê Avahîsaz Ahmet Dogan, kêrnehatî û bêfonksiyona vê balafirgeha ku bi 15 mîlyar TL'yî hat çêkirin, ji ANF'ê re nirxand.
'BALAFIRGEHA NAVNETEWEYÎ YE, LÊ BI KÊRÎ GELÊ RIHAYÊ JÎ NAYÊ'
Dogan da xuyakirin, ku kêrnehatîbûna balafirgehê zerarê dide tûrîzm û sektora kar a li Rihayê û di heman demê de gelê herêmê mexdûr dike. Dogan diyar kir, ku hikûmet di projeyên ewçend mezin de qet bi rêxistinên civakî yên sivîl û dînamîkên herêmî re biryarê nagire, lewma pirsgirêkên bi vî rengî derdikevin holê.
Dogan da zanîn, ku desthilatdariya AKP'ê bi zanebûn dînamîkên xwecihî li derveyî projeyên bi vî rengî dihêle û got, "Dema biryar li ser projeyên wiha bên dayîn, şert e ku dînamîkên xwecihî di nav de cih bigirin. Pêwîste xebatên li herêmê bi berfirehî werin kirin. Hewce ye bi planeke xurt were çêkirin. Her wiha ji bo çêkirina vê balafirgehê, herêmeke gelekî cidî hatiye girtin. Herêm ne herêma xezîneyê ye û li ser cihên tapûyî hatiye çêkirin. Ev yek jî dibe sedem ku pirsên 'ev cih ji bo plansaziyên stratejîk ên cuda hatiye çêkirin' bikeve bîra mirovan. Li gorî nirxandinan, ev der ji bo baregeheke leşkerî hatiye plankirin."