Balafirên Tirk li Qendîlê sivîl qetil kirin

Balafirên şer ên Tirk li Qendîlê komkujî kirin. Balafirên dewleta Tirk gundê Zergelê yê Qendîlê bombe kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dst dan, 18 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Balafirên şer ên dewleta Tirk ji saet 04:00 û vir ve herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin. Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Zergelê barandine.

Li gundê rastî bombeyên balafirên dewleta Tirk hat, li gorî agahiyên destpêkê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber rewşa giran a birîndaran, fikar hene hejmara miriyan zêde bibe.

Navên aşkera bûne yên sivîlên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye: Mam Salih, Heybet, Karox û Abdulkadîr.