BI DÎMEN

Balafirên Tirk bombe li tirba 976 salî barandin

Balafirên şer ên Tirk, bombe li tirsa 976 salî barandin. Ji ber bomberdûmanê, tirba li gundê Deresh a kevin a li navçeya Duhok Amediyeyê, bi temamî xera bû.

Balafirên şer ên dewleta Tirk duh êvarê saet di navbera 21:00-23:00 de, tirba Şêx Îslam Derash ku weke Şêx Elî Heqarî jî tê naskirin û xwedî dîrokek 976 salan e, bomberdûman kirin.

Di bomberdûmanê de tirb bi temamî xera bû, lê balkêş e piştî bomberdûmana du saetan jî tiştek bi gora Şêx Îslam nehatiye.

Şêx Îslam ji bo gelê herêmê xwedî girîngiyeke manewî heye. Her wiha her sal gelek mirov ji Îran û Afganîstanê tên vê derê û tirbê ziyaret dikin.

Gelê herêmê piştî bomberdûmanê çû cihê tirbê û derdora wê bi destê xwe paqij kir. Gel nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirk da.