Balafirên şer ên tirk serê sibê saet di 8:00'an de sînor derbas kirin û çûn Başûrê Kurdistanê. Balafirên şer bi awayekî pir nizm li asîmanê herêma Qendîlê firiyan.
Hate zanîn ku serê sibê saet di 08.00'an de gelek balafirên şer ên F-16 ên tirk ku ji Balafirgeha Leşkerî ya Meletiyê rabûn, sînorê Herêma Federal a Kurdistanê derbas kirin û çûn Qandîlê.
Balafirên şer bi awayekî pir nizm di esmanê herêma Qendîlê de firiyan. Rêveberê Bajaroka Sengeserê Ebdulrezaq Bayîz diyar kir ku balafirên şer li herêmê bi nizm firiyan. Der barê herêm hatiye bombebarankirin an na de tu agahî nehat dayîn.