Balafirên şer ên Tirk li gundê Zergele sivîl qetil kirin-HAT NÛKIRIN
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirine û ji ber vê bombebaranê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên nûçegihanê RojNewsê ji herêmê ragihand,, balafirên şer ên Tirkiyeyê saet di 04.00’an gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin.
Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 12 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan 8 roketên balafirên şer li gund ketine û ji ber rewşa giran a birîndaran fikar hene hejmara miriyan zêde bibe.