Balafirên şer ên Tirk êrîşî Qendîlê dikin
Balafirên şer ên Tirk dest bi bombekirina herêma Qendîlê kirin. Bomberdûman dewam dike.
Balafirên şer ên Tirk dest bi bombekirina herêma Qendîlê kirin. Bomberdûman dewam dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer ên Tirk ji saet 12:15 Û pê ve dest bi bombekirina herêma Qendîlê kirin. Hat ragihandin, bomberdûman di vê kêliyê de jî dewam dike.
Li herêmê balafirên keşfê yên bêmirov jî digerin.
Balafirên şer ên Tirk pêr jî bombe li derdora gundê sivîlan ên li herêma Qendîlê barandibûn. Duh jî êrîşî herêma Garê kiribûn.
Der barê encamên bomberdûmanê de agahî nehat bidestxistin.