Balafirên şer ên artêşa Tirk êrîşî Minbicê kirin

Balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên artêşa Tirk di saet 17.00’an de êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbêc a li gundên Wêran,Êlan, Qert û Şêx Nasir kirin.

Têkildarî êrîşan agahiyên zelal nehatin girtin. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced diyar kir ku êrîş ji ber tirsa wan a li herêmê pêk hatiye.