Balafirên şer bombe li qadên gerîla barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Qendîl, Garê, Zap û Sergelê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Qendîl, Garê, Zap û Sergelê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
LI HAWÊLÊ ÇALAKIYA GERÎLA
Roja 5'ê Nîsanê saet di 19:00 de hêzên me yên gerîla li navçeya Sêrt Hawêlê li dijî qereqola Verxanisê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me ji du baskên cuda ve li 2 kozikên li ser gir xistin û ew îmha kirin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC roja 6'ê Gulanê dest bi operasyonê kir. Operasyon nîvro bê encam bi dawî bû.
OPERASYONA LI BEDLÎSÊ
5'ê Gulanê, artêşa Tirk li herêma gundên Akunus, Herat û Azê yên navçeya Bedlîs Xîzanê derket operasyonê. Leşkeran di dema operasyonê de avêtin ser gundên Akunus, Herat û Azê û li malan lêgerîn kirin. Operasyon danê êvarê bi awayekî bêencam mayî bi dawî bû.
ARTÊŞA TIRK LI MAZGÊRDÊ BOMBEYA MÎSKETÊ BI KAR ANÎ
4'ê Gulanê artêşa TC li herêmên Xiştan, Derwêşan, Şobek û Îbnî Mahmût ên navçeya Dersîm Mazgêrdê, dest bi operasyonê kir. Artêşa TC di vê operasyonê de bombeyên xarik (mîsket) bi kar anî. Divê haya gel ji vê rewşê hebe û li herêmê bi baldarî tevbigere.
LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN
7'ê Gulanê saet di navbera 09:00-14:00 de, li hemberî artêşa TC a li derdora girê Genîş Tepe yê ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê bi cih bû, hêzên me bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Her wiha saet di navbera 15:30-18:30 de helîkopterên bi tîpa Kobra li qada Kurê Mizgeftê xistin.
KOBRAYAN LI GIRÊ STUNA XISTIN
8'ê Gulanê (îro) saet di navbera 08:00-08:30 de helîkopterên Kobra li Girê Stuna yê li navçeya Şirnex Colemêrgê xistin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersiv dan êrîşa Kobrayan û helîkopterên Kobra li ser vê bersivdayînê neçar man xwe vekişînin.
BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI QADÊN GERÎLA BARANDIN
7'ê Gulanê saet di navbera 02:00-03:00 de balafirên şer ên artêşa TC, gundên Suredê, Beyvana, Enzê û Bêpalan ên li herêma Qendîlê, saet di navbera 02:00-02:30 de derdora gundê Yekmalê yê Garê, di heman demê de qada Kuro Jaro ya herêma Zapê û derdora gundê Sergelê yê navçeya Amediyeyê bombe kirin."