Bala Amedê li ser saeta mitîngê ye

Bala Amedê li ser saeta mitîngê ye

Piştî Walitiyê biryara qedexekirina BDP-KCD’ê biryara ya 14’ê Tîrmehê ku dê îro li Amedê bê lidarxistin da, aloziya li bajêr dest pê kir. Ji serê sibê ve bi taybet ji Mêrdîn û Rihayê û bajarên din gelek polîs û hêzên Çevî tînin Amedê.

Piraniya polîsan li derdora Şeqama Îstasyonê û navçeya Rezan tên bicihkirin. Li hin deverên navçeyên Rezan û Sûrê derabeyên dikanan hatine girtin û wesayîtên zirxî li ser kolanê bajêr hatine bicihkirin.

Biryara qedexeyê ya walî berdewam dike. Heta niha tu bûyer li bajêr neqewimîne. Gel bala xwe daye ser mitînga ku dê saet di 16.00 de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.