Bajarê li benda azadiyê ye: Minbic -III
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê ku ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, starta operasyonê da.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê ku ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, starta operasyonê da.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê ku ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, starta operasyonê da.
AVABÛNA MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 2'ê Nîsana 2016'an de li ser Bendava Tişrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin.
Ji bo Serokatiya Meclîsa Leşkerî Ebû Emced hat hilbijartin û 13 endamên meclîsa leşkerî hatin diyarkirin.
Di civîna damezrandina meclîsê de ji bo alîkariya serokatiya giştî ya meclîsê Îbrahîm El Benawî, Feysel Ebû Leyla, Ebû Casim û Ebû Xelef hatin hilbijartin.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced dabû xuyakirin, ku di ser tevgera gel a li Sûriyeyê re pênc sal derbas bûne, lê belê Minbic û Heleb jî di nav de hînê gelek bajar ji aliyê hêzên tarî û terora DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin.
Ebû Emced diyar kiribû, ew dixwazin mirovên serî li ber zext û wehşeta çeteyên DAIŞ'ê netewandine û li dijî gelên din ên li Sûriyeyê şer nekirine, li cem xwe bibînin.
Ebû Emced destnîşan kiribû ku ew ê bajarê qedîm Minbic ê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes û gelên din, ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.
HÊZÊN DI NAVA MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ DE CIH DIGIRIN
* Şems El Şemal
* Suwar El Minbic (ŞoreşgerênMinbicê)
* Tifaqa Tûgayên Firatê
* Tûgayên Cind El Heramên
* Yekîtiya Tabûrên Şehîdên Firatê
* Liwa El Qewsî
* Tirkman El Minbic (Tabûra Tirkmenên Minbicê)
ARMANCÊN MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ
Armanca Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rizgarkirina bajarê Minbicê ye, ku ji sala 2011'an û vir ve bi dorê ji aliyê çeteyên Artêşa Azad a Sûriyeyê, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin.
ZAROKÊN MINBICÊ WÊ MINBICÊ AZAD BIKIN
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hezîrana 2015'an de dest bi paqijkirina Minbic û derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê kirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berpirsyarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî Ebû Emced daxuyanî xwend.
Daxuyanî bi vî rengî bû:
"Ji dema dagirkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê ya di 22’ê Çileya 2014’an de û piştî vekişîna hin komên ku navê 'Şoreşgertiyê' li xwe dikirin, gelê me di nava lepên çeteyên DAIŞ`ê de bû hedefa her şêwe tundî, zilm û zordariyê.
Gelê Sûriyeyê û cîhan di vê demê de şahidiya berxwedana zarokên Minbicê û têkoşîna şervanên wê yên rast ku dest ji çeperên berxwedanê yên li eniyên Qereqozaq, Sirîn û bendava Tişrînê bernedane, kirin. Her wiha gelê me yê li bajar jî qebûl nekir ku serî li hemberî hemû hewldanên çeteyên DAIŞ’ê yên şikandina îradeya wan û ferzkirina teslîmiyetê, bitewîne.
Ev bajarê berxwedêr nêzî 2 hezar keç û xortên xwe yên herî jîr, bê teredûd dan. Bajarê Minbicê jî xwedî wê şan û şerfê ye ku tekana bajarê Sûriyeyê yê li hemberî celadên DAIŞ`ê xwepêşandan çêkir.
Em wekî Meclîsa Leşkerî ya bajarê Minbicê ji raya giştî û gelê me bi hemû pêkhateyên wê re diyar dikin ku êdî dem hatiye ku dagirkeriya DAIŞ’ê bê bidawîkirin, axa Minbicê ji gemariyê bê paqijkirin û hemû şemalên reş û tarî ji ser bajar bên rakirin. Lewma em li ser banga şênî û rûsipiyên herêmê hemleya 'Rizgarkirina Minbicê' di 1'ê Hezîrana 2016`an de didin destpêkirin. Em eşkere dikin ku wê ev hemle heta rizgarkirina bihosta herî dawî ya ji axa Minbic û gundewarên wê dewam bike, şervanên me ev soz dane.
Li ser vê yekê em bang li gelê me yê li bajar dikin ku tedbîrên misogerkirina ewlekariyê bigirin û dûrî navend û cihên çeteyan bisekinin. Ji ber ku ew navend ji bo hêzên me hedefên leşkerî ne. Her wiha ji gel hêvî dikin ku desteka alîkariyê bidin hêzên me. Bi taybet jî em bang li keç û xortên azad ên Minbicê dikin ku tevlî yekîneyên me bibin û şerê DAIŞ’ê bikin û erka xwe ya rizgarkirina bajarê xwe pêk bînin.
Ey zarokên Minbica berxwedêr; hêzên me tên ku we ji pençên DAIŞ`ê rizgar bikin, di nava meclîsa me ya leşkerî de hemû pêkhateyên Minbicê yên ji ereb, kurd, tirkmen û çerkez hene. Hedefên hêzên me wê tenê çeteyên DAIŞ`ê û kesên ku destê wan di nava xwîna zarokên Minbicê de hene, bin. Armanca me rizgarkirina bajar û gundewarê wê ye. Paşê jî em ê bajêr radestî Meclîsa sivîl a bajar ku ji hemû pêkhateyên bajarê Minbicê ji ereb, kurd, tirkmen û çerkez pê tê, bikin."