Bajarê li benda azadiyê ye: Minbic -II

Di sala 2011'an de gelên li Sûriyeyê daxwaza guhertinê kirin rabûn ser piyan û li dijî rejîma Baasê dest bi çalakiyan kirin. Lê belê bersiva bi xwîn û hovane ya rejîma Baas a li van çalakiyan bû sedem, ku Sûriye bikeve nava şerekî navxweyî.

Komên çete yên biyanî û xwecihî ku di bin navê Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) de li hev civiyan, xiyanet li daxwaza guherîn, veguherîn, edalet û azadiyê ya gelên Sûriyeyê kirin û xizmet ji berjewendiyên xwe, bi taybetî ji berjewendiyên hêzên navneteweyî re kirin.

Ji bilî AAS, komên çete Cephet El Nûsra, DAIŞ, Ehrar El Şam ên ser bi El Qaîdeyê li qada Sûriyeyê der bûn. Piştî ku ev kom tevlî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bûn, şerê navxweyî xitimî.

Komên çete yên DAIŞ, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam û AAS yek bi yek bajarên Sûiryeyê dagir kirin û gelên Sûriyeyê neçarî koçberiya nava welêt û derveyî welêt hiştin. Li bajar, gund, bajarok û gundikên ji aliyê van çeteyan ve hatin dagirkirin, zext, mêtîngerî, îşkence li gel hatin ferzkirin.

Yek ji bajarên ji aliyê van koman ve hat dagirkirin Minbci e. Minbic di demên destpêkê yên şerê li Sûriyeyê de ji aliyê AAS, dûre ji aliyê Cephet El Nûsra û Ehrar El Şam, herî dawî jî li aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de Minbic dagir kirin, li bajêr her tişt ji aliyê neyînî ve guherî.

MINBIC

Minbic ê li bakurê Sûriyeyê ye, 85 km dûrî Helebê, 45 km dûrî Cerablûsê, 65 km dûrî Kobanê û 40 km jî dûrî El Bab e.

4 navçeyên Minbicê hene; Ebû     Qelqel, Ebû Kehef, Meskene û Xefsa. Minbic yek ji bajarên mozaîka Sûriyeyê ye. Li bajêr Çerkes, Ereb, Tirkmen, Kurd û gelên din hene.

Ji sedî 68 Ereb in, ji sedî 25 Kurd, ji sedî 5 Çerkes û ji sedî 2 jî ji gel û baweriyên din pêk tê.

Gelek mirovên li gelemperiya cîhanê, piştî ku di sala 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, bajar nas kirin. Bajar 35 km l rojavayê çemê Firatê ye.

Minbic di navbera salên 2011-2014'an de ji aliyê komên çete yên swer bi koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê ve hat dagirkirin. Piştre çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de ji çeteyên koalîsyonê stand û bajar dagir kir.

Li Minbicê hebûna eşîran, jiyan û têkiliyên eşîrî gelekî xurt e. Mîna li Reqqayê li Minbicê jî nifûsa Ereb a Sûnî zêde ye. Ev nifûsa Ereb a Sûnî têkiliya xwe bi eşîrên Ereb ên Sûnî yên li rojavayê Iraqê heye.

Li Minbicê mîna li Eyn Îsa, nifûseke mezin a Kurdan hebû. Lê belê li vê herêmê di her serdema dîrokê de nifûsa Kurdan hat helandin.

Piştî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê destpê kir, êrîş û koçberkirina li hemberî gelê Kurd zêde bû. Li Minbicê, di navbera salên 2011-2014 û ji 2014'an û pê ve komkujiya li hemberî Kurdan zêde bû. Ji bo herêm bi temamî ji Kurdan bê xalîkirin êrîş di roja îro de jî dewam dikin.

GIRÎNGIYA MINBICÊ

Minbic bajarekî li bakurrojavayê Sûriyeyê ye. Di navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Mûsil û Bexdayê yên Iraqê de nuqteyeke stratejîk e ku rêyên bazirganiyê bi hev ve girê dide.

Bajarê Minbicê di navbera Heleb, herêma Şehba, Reqqa, Ezaz û Cerablûsê de nuqteyeke girîng a derbasbûnê ye. Projeyên çandiniyê yên mezin ê li herêmê, bi deh hezaran mirovên li bajarên din ên Sûriyeyê ber bi xwe ve kişand.

Bêguman vê rewşê rê li ber guhertina demografiya bajêr vekir. Minbic ji ber vê taybetmendiya xwe ya stratejîk û rewşa xwe ya erdnîgarî, ji bo çeteyên DAIŞ'ê di cihekî di asta jiyanî de girîng e.

LI MINBICÊ JIYANA BERÎ Û PIŞTÎ DAIŞ'Ê

Beriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê jiyan li gorî welatên din ên Ereb hinekî cuda bû.

Şêniyên bajêr, di mehên havînê de heta derengiya şevê li kolanan diman, park ziyaret dikirin, diçûn kafeyan, mirovan xwarina xwe ya êvarê jin û mêr bi hev re li restorantan dixwarin. Jin û mêr bi hev re diçûn cihên şahiyê. Di xwepêşandanên li dijî rejîma Esad de jî jin û mêr bi hev re amade bûn.

Lê belê piştî destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011'an, dema çeteyên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ketin nava vî bajarî, jiyan guherî. Di navbera salên 2011-2014'an de 'pîvanê şerî' li vê derê serdest bûn.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst di sala 2014'an de kontrola bajêr xistin destê xwe, rewşa li bajêr hîn bêhtir nebaş bû.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajar bi temamî dagir kirin, bi gelê herêmê û xebatkarên berê yên hikûmetê ve li gorî xwe 'sîstem'ek ava kir. Di çarçoveya vê sîstemê de li gorî qanûnên xwe yên şerî dadgeh çêkirin.

Li Minbicê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rabûna li ber van pêkanînan an jî protestokirina van, zehmet bû.

Nêzîkatiya li hemberî jinê ya li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, kêm caran di çapemeniyê de xuya kir. Jinên li herêmên ji aliyê şervanên YPG/YPJ û hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin, nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê a li hemberî jinê raxistin pêş çavan.

Jinên ciwan an jî jin, eger li cem wan xizmekî wan ê bi emr (bav, kek an jî hevjîn) nebe, destûr nayê dayîn ji malê derkevin. Jin neçarin temamiya bedena xwe bi paçê reş bipêç e. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha mîna li Reqqayê li Minbicê jî tûgayên ku jinan kontrol dikin, ava kirin.