Bajarê li benda azadiyê ye: Minbic

Bajarê Minbicê, ku di sala 2014'an ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, bi dagirkeriya komên çete yên weke Artêşa Azad, Cephet El Nûsra û DAIŞ'ê ji aliyê cîhanê ve hat naskirin.

Bajarê Minbicê, ku di sala 2014'an ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, bi dagirkeriya komên çete yên weke Artêşa Azad, Cephet El Nûsra û DAIŞ'ê ji aliyê cîhanê ve hat naskirin. Baş e ev bajarê ku cîhanê ew bi dagirkeriya komên çete nas kir, xwedî dîrokeke çawa ye.

REWŞA ERDNÎGARÎ Û DÎROKÎ YA MINBICÊ

Bajarê Minbicê, ku navê xwe yê kevn Bambyke (Bi zimanê Suryanî Mabbûg) ango Hîerapolîs, li bakurê Sûriyeyê ye. Dîroka wê digihêje heta serdema Asûran. Ji ber vê yekê yek ji bajarên dîrokî yên li Bakurê Sûriyeyê ye.

Minbic li başûrê Çemê Sacûrê yê digihêje Firatê, li ser rêyeke girîng a bazirganiyê ya navbera Heleb û Rihayê de ye.

Minbic a li ser deşteke berhemdar e, di serdema navîn de tijî darên fêkî bû û bi tevnkariya qumaşê ji pembo yê jê re digotin "Bombassîno" (bombagîo" dihat naskirin.

Bajar, beriya derketina Xiristiyaniyê weke navendeke girîng a pûtperestiyê bû. Piştî ku Xiristiyanî qebûl kir, bû yek ji navendên vê ola xwe ya nû û gelek oldar ber bi xwe ve kişand.

Minbic di dema Bîzansê de navendeke monofîzîtan bû û di seferên leşkerî yên ber bi rojhilat ve, cihekî kombûna artêşê bû.

Oldar Phîloxenûs ê heta sedsala 5. li vê derê jiya, Încîl bi Suryanî tercûme kir. Bajar di sala 531'ê de jia liyê hikumdarê Sasanî Kûbad (Kavaz) ve hat dagirkirin. Piştre kûmandanê Bîzansî Belîsarîûs jê Sasaniyan stand. Tevî ku di sala 540 de di navbera Sasaniyan û Bîzansê de 'aştiya bêdawî' hat ragihandin jî, hikumdarê Sasanî êrîşî bajêr kir.

Piştre di encama agirbesta hat îlankirin de navê Minbicê yê îro, navê Manbikê lê hat kirin. Piştre ev nav veguherî Minbicê yê bi zimanê Erebî. Di sedsala 7'an de, ji ber ku Sasaniyan êrîşî xaka Sûriye, Fîlîstîn û Misirê kirin, Împaratorê Bîzansê Herakleîos, seferek pêk anî û herêmên ji dest derketibûn û Minbic vegeran (630).

Di sala 637'an de dema Iyaz b. Ganm. hat ber Minbicê, gel bajar ji ber xwe ve teslîm kir û peyman mor kir. Di dema Emewiyan de piştî ku Yezîd, Mûaviye yan jî bavê wî Knnesrîn rêveberiya îdarî (cund) ava kir, Antakya, Minbic û derdora wê pê ve hat girêdan.

Di sala 768'an de Xelîfeyê Abbasî Harunurreşîd Minbic ji rêveberiya Knnesrîn qut kir û ji bo seferên li hemberî Bîzansê kir navenda herêma Avasim. Xelîfe Emîn li Minbicê gelek avahî çêkir û seferên havînê yên li hemberî Bîzansê ji vir destpê kir.

Di sala 878'an de dema Ahmed Tolûn Sûriye dagir kir, Minbic xist bin kontrola xwe. Bajar di sedsala 9'an de ket destê Hamdaniyan. Emîrê Hamdaniyan Seyfuddevle apê xwe helbestvan Ebû Fîras weke walî li vir wezîfedar kir (336/947).

Fermandarê Bîzansê Nîkephoros Phokos dema di sala 962'an de di ser Sûriyeyê re meşiya, bi ser Minbicê de hat û Ebî Fîras dîl girt. Nîkephoros Phokos ku piştî salekê bû împarator, di sala 966'an de careke din xwe nêzî Minbicê kir û Kiremîdî (Keramîdîon) a pîroz a li ser teswîra Hz. Îsa hebû Û li bajêr dihat veşartin, wergirt.

Di sala 974'an de împarator Loannes Çîmîskes bajarê Minbicê bi dest xist û pêlavên Hz. Îsa û porê bi xwîn ê Hz. Yahya girt û bir Stenbolê.

Di sala 1024'an de Salih ê ji Mîrdasiyan bajarê Minbicê bi dest xist. Ji Mîrdasiyan, di encama peymana navbera Reşî-dudevle û apê wî hakimê Reqqayê Ebû Dûabe Atiyye de bajar ji rêveberiya Atiye re hat hiştin.

Di sala 1069'an de 4. Împaratorê Bîzansê Romanos Dîogenes di sefera li hemberî pêla Selçûkiyan al i rojhilat de, bajarê Minbicê yê ji aliyê emîrekî Tirk ê bi navê Ûmûr Tekîn ve dihat parastin bi dest xist û qeleha xwe xurtir kir. Bi vî rengî têkiliya di navbera Riha û Antakyayê de pêk anî.

Piştî ku Împarator di Şerê Melezgîrtê de têk çû, bajarê Minbicê di sala 1071'ê de ji neçarî dewrî Sûltan Alparslan hat kirin. Ji sala 1075-76'an û pê ve Minbic ji aliyê emîrên Selçûkî ve hat birêvebirin. Di sala 1084'an de ket destê emîrê Ûkaylî Muslîm Kûreyş.

Di sala 1086'an de Sûltanê Selçûkiyan Melîk-Şah rêveberiya Minbicê da Kasimuddevle Aksûngûr. Piştî ku Sûltan di sala 1062'an de wefat kir, rêveberiya bajêr ket destê hikumdarê Selçûkî yê li Sûriyeyê Tûtûş, ku Aksûngûr kuşt (1094).

Boûdoîn ê xaçî û pismamê wî senyorê Tel Başîr Joscelîn de Coûrtenay, li hemberî Melîkê Helebê Ridavn ê bi Prînkepsiyê Antakyayê Tankred re hevkarî kir, bi Çavli re bûn yek û di (1108/1109) de li Minbicê gihîştin hev. Joscelîn êrîşî Minbicê kir û zerareke mezin da.

Senyorê Tel Başîr Joscelîn bi artêşa xwe nêzî bajêr kir. Belek Behram ê Artûkî di vî şerî de li hemberî Joscelîn bi ser ket. Rojek piştî vê serketina xwe, bi tîrek ji nava qelehê hat avêtin, mir. Piştî mirina Belek hakimê Minbicê Hassan serbest hat berdan û cegeriya Minbicê. Atabegê Mûsilê Îmaduddîn Zengî (1127) dema ji Mûsilê çû Helebê, li ser rê gelê Minbicê jê re ragihand ku îteatê bi wî dikin.

Minbic di 571'ê de (1175/76) ket bin kontrola Selahaddîn Eyyûbî. Selahaddîn di 579 (1183) de rêveberiya bajêr radestî birayê xwe El Mefîkul Adil kir. Di dema Eyyûbiyan de rêveberiya Minbic û derdora wê di navbera ferdên xanedanê de gelek caran dest guhert. Di 615 (1218) de hêzên 1. Sûltanê Selçûkî yê Anatoliyê Îzeddîn Keykavûs bajar bi dest xistin.

Lê belê Selçûkiyan piştre ji neçarî bajar careke din radestî Eyyûbiyan kirin. Di 625 (1228) de artêşên Celalleddîn Harîzmşah ber bi Minbicê ve bi rê ket, lê ji ber nêzîkbûna zivistanê xwe vekişandin.

Leşkerên Harîzmî yên piştî mirina Celalleddîn belav bûn, ketin nava bajarê Minbicê, bajar xerakirin û şewitandin (637/1239-40). Hêzên Îlhanî di 657 (1259) de Firat derbas kirin û bajar talan kirin. Di navbera hakîmê Ermenî yê Kîlîkya Leon û Sûltanê Memlûkê Kalavûn de 684 (1285) de peymanek hat morkirin û Minbic di nava bajarên Misirê de cih girt.

Di 699 (1300) de bajar careke din ji ber êrîşa Mogolan xisareke mezin dît. Di beşa destpêkê ya sedsala 14. de Minbic veguherî naîbiyek biçûk. Emîrê Turkmen Mîntaş di 721 (1321) de piştî ku çend rojan bajar dorpêç kir, bi dest xist û gelek eks qetil kir. Di 748 (1347) de Minbic bû hedefa êrîşa kuliyan û piştî salekê ji ber şeba webayê perîşan bû.

Di sedsala 14'an de girîngiya Minbicê bi giranî winda bû. Ji aliyê artêşên Tîmûr ve di destpêka sedsala 15'an de hat dagirkirin. Di 922 (1516) de ket bin rêveberiya dewleta Osmanî û weke bajarekî biçûk ê ser bi Helebê ma.

Nifûsa Minbicê li gorî jimartina salên 1960-70 14.635, jimartina sala 1981'ê jî 30.844 bû. Li gorî texmînên 2003'an 90.000 derbas kir.