Bahoz Erdal: Rewatiya sînoran nemaye

Bahoz Erdal: Rewatiya sînoran nemaye

Ji fermandarên HPG’ê Dr. Bahoz Erdal ragihand ku bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya li hemberî şerê mêtîngeriya Tirk sînoran bê wate hiştiye û diyar kir ku piraniya hêzên Tirk li herêmê êdî nikarin li erdê tevdigerin û di baregehên xwe de asê mane.

Çalakiyên gerîlayên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê gihand asteke nû. Ji fermandarên HPG’ê Dr. Bahoz Erdal ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya li Almanyayê weşanê dike re axivî û şer û pevçûnên dijwar ên li Şemizînan û deverên din ên Bakûrê Kurdistanê nirxand. Erdal ragihand ku di pevçûnan de 169 leşker hatine kuştin û 3 helîkopterên Skorsky hatine xistin.

Hevpeyvîna Erdal daye rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka wiha ye:

Gerîlayên HPG’ê heta niha di şerê li hemberî artêşa Tirk de taktîke wek girtina herêman bi kar nedianî. Guhertina taktîkê û şert û mercên rê li ber vê yekê vekirin çi ne?

-Di serî de tiştên divê were tesbîtkirin li Şemizînanê çi diqewimin. Çapemeniya şerê taybet a Tirk, ragihand ku amadekariyên serdegirtineke berfireh hebû, lê ev yek di encama agahiyên sîxûrî de hatiye pûçkirin, ev yek ne rast e. Li wir tu planên serdegirtina navçeyê tune ye. Plana girtina herêmê û şerê li vê eraziyê hatiye pêkanîn. Bi gotineke din, taktîka ku jijû li hemberî mar bi kar aniye bi bandor bûye û bi ser ketiye.

Artêşa Tirk, balefirên xwe, helîkopterên xwe, topên xwe yên giran, bi hezaran leşkerên xwe bi awayeke berfireh bi kar tîne. Jixwe li Bakûrê Kurdistanê zêdetirê 200 hezar leşker hene. Artêşa Tirk leşker û cebilxaneyên ku pê li hemberî dewleteke din şer bike li Kurdistanê bi kar tîne.

Li Kurdistanê hukûmeta AKP’ê li hemberî gelê şerek pêk tîne. Hêzên gerîlayên me li hemberî vê yekê berxwedaneke xurt û afirênerê nîşan dide.

Şer çawa gihişt vê astê?

Ne me biryara vî şerî daye û ne jî me daye destpêkirin. Ger em bala xwe bidin ser, desthilatiya AKP’ê bi agirbest û biryarên bêçalaktiyên yên me ragihandin dema xwe bihûrandiye. Lê li hemberî hemû niyetên baş ên tevgera me û rêbertiya me, hukûmeta AKP’ê vê pêvajoyê heta bidestxistina dewletê îstîsmar kiriye. Sermayeyê bi dest xistiye, piştre jî artêşê teslîm girt, piştî wê jî daraz û çapemeniyê xist bin kontrola xwe û piştî encamên hilbijartinê, li hemberî yekane hêza muxalîf Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê me li ser esasê çewisandin û belavkirinê şer da desptêkirin. Divê mirov sedemên bûyerên li Şemizînan, Çelê û cihên din diqewimin, di van pêşketinana de bigere. Terora dewletê ya ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve tê birêvebirin, gihişt astek sînornenas û ev bûyer bi vê ve girêdayî ne.

Piştî bûyerên li Şemizînanê, tê gotin ku sînorên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Kurdistanê hatine danîn û gelê Kurd ji hev cûda kirine, êdî bê wate dimînin. Gelo ev nirxandin ji bo we çiqas rast e?

Di rastiyê de ev 28 sal in gerîlayên Kurdistanê li her çar parçeyan digerin, her roj li her derê bê pasaport û bê vîze derbas dibin. Ji bo gerîlayan jixwe ji mêj ve van sînoran wate û rewatiyax we wenda kirine. Tevgera şoreşgerî ya ku hêzên me li Şemizînanê pêş xist jî, wisa kir ku ev yek zêdetir bixuyê û were dîtin. Dîsa tevgera şoreşgerî nîşan da ku ka ev sînor çiqas sunî ne, xwe nagirin û ne derbasdar in. Hukûmeta AKP’ê ewqas hêza leşkerî, çekên giran û teknîkê li herêmên sînor bi cih kir, ev yek jî nîşan dide ku ev sînor çiqas nerewa û bêwate mane.

Artêşa Tirk der barê bûyerên li Şemizînanê de demek dirêj tu daxuyaniyekê neda. Hukûmeta AKP’ê xwest/dixwaze çi ji raya giştî veşêre?

-Erdogan her roj çapemeniya Tirk hişyar dike; dibêje şerê qirkirina yê li Kurdistanê nenivîsin, nebînin û ranegihînin û gefan dixwe. Du sedemên girîng ên israra di veşartina bûyerên li Kurdistanê de hene:

- Neheqî û zilmek pir mezin tê meşandin,

-Polîtîkaya vê zilmê bi ser neketiye.

Dixwazin van her du rastiyan veşêrin. Em bala xwe bidinê, hukûmeta AKP’ê di ware demogojî, berevajîkirina rastiyan û derewkirinê de hatiye asta ku di olîmpiyatan de madalya werbigire, lê belê li hemberî berxwedana li Şemizînanê kerr û lal bûye. Ev yek jî ji binketina mezin a li hemberî berxwedana hêzên gerîlana a li Şemizînanê pêk tê.

Di mijara Şemzînanê de ji aliyê Serokwezîr û Wezîrê Navxweyî ve hate îdiakirin ku 115 wendahiyên we hene. Ev rast e gelo?

Em naxwazin pesnê xwe bidin û bêjin li evqas leşker kuştin. Lê ji ber zêdebûna pevçûnanan û fêmkirina serkeftina kapasîsteya şer a gerîlayên me, em dixwazin der barê bûyeran de rastiyan bi gelê xwe re parve bikin. Aşkerakirina van encaman ji bo me berpirsyariyeke ehlaqî ye. Ji roja ku li Şemzînanê hemleya me ya şoreşger dest pê kiriye heta niha em roj bi roj der barê encamên pevçûnan de gelê xwe û raya giştî agahdar dikin. Di şerê Şemzînanê encamên giştî yê heta îro di vê esasê de ne. 169 leşkerên dijmin hatine kuştin, 3 hekîkopterên skorsky hatine xistin, 4 wesayît hatine rûxandin, 3 skorkya, kobreyek û 2 wesayîtên tîpa akreb hatine derbkirin. Di hemû pevçûnan de 11 hevalên me di berxwendaneke bê hempa de gihiştine şehadestê. Hejmara 115 ne rast e.

Rayedarên Tirkiyeyê, îdîa dikin HPG’ê ku li Şemzînanê ketine nava taktîkek cuda bi ‘Baasitiyêk’ sucdar dike. Çima hewcedarî bi daxuyaniyên wisa dibînin?

Çi eleqeya wê heye! Du sedemên nîşandana berxwedanan serkeftî ya li Şemzînanê heye;

-Ji bo têçuyînê û psîkolojiya bêçartiyê li hincetan digerin

-Ji ber ku BAAS û BAASî li cîhan û li herêmê hatiye mehkumkirin, dixwazin vê feydeyê bigirin û dixwazin tevgera me bi BAAS’ê re bînin cem hev û wisa hedef digire.

Erdogan û hikûmeta AKP heta duh jî bi BAAS’ê re navbera wan gelek xweş bû. Digotin dostên min birayê min. Civînên Lijneya hevpar a Wezîran pêk dianîn. Digotin em du dewlet in lê em hikûmetek in. Ger ku mirov behsa BAAS û BAAS’îyan bikin mivov dikarin behsa birayê wê AKP’ê bikin.

Ne tenê li Şezmînanê li gelek cihên Kurdistanê gerîlayên HPG’ê serdest in. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku qereqolên artêşa tirk û garnîzonên wan hatine girtin. Ev rêbaza leşkerî bi giştî berê ji aliyê artêşên dagirker ve dihate karanîn. Yanî mirov dikare bêje artêşa tirk bi awayekî aşkere êdî wekî artêşeke dagirker tevdigere?

Dewleta tirk li Kurdistanê xwedî karekter û nêzîkatiyeke dagirker û mêtînger e. Em dikarin gelek mînakan bidin û vê rewşê zelaltir bibînin:

-Di serdana Erdogan a Stenbol û Colemêrgê de di navbera girtina tedbîran de cudayên gelek cidî hene,

-Li Antalyayê di şewata daristanekê de bi dehan helîkopter û balafir mudaxale dikin, lê li Şemzînanê û hemû Kurdistanê daristan bi zanebûn tên şewitandin û teşwîqê birîna daristanan dikin.

-Li bajarên Tirkiyeyê li her derê kargeh tê vekirin lê li Colemêrg û Şirnexê jî qereqol û baragehên leşkerî tên vekirin.

Li ser van sê mînakan dema mirov her du dîmenan û nêzîkatiyan tînin cem hev mirov dibînin ku ev tişt heman welatî nîşan nade. Yek Tirkiyeyê û yên din jî Kurdistanê nîşan dide.

Dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê bi dursîtî nêzî Kurdistanê nabe. Welatekî dijmin ku dixwaze Kurdistan û gelê Kurdistanê ji ser nexşeyê paqij bike, gel ji xwe re wekî dijmin dibîne.

Artêşa tirk di şerê ku li Kurdistanê dimeşîn de vê zihniyetê dimeşîne. Gundên Şemzînan bi zanebûn û qestî bombebaran dike û hêj rojên borî liser sînor zarokê kurd yê bi navê Veysî Demîr yê 13 salî bû qetil kir. Ev jî encama vê zihniyetê ye.

Artêşa tirk ku Kurdistanê wekê welatê xwe nabîne û kurdan jî wekê dijmin dibîne. Ji ber vê jî xwe di nava ewlehiyê de hîs nake. Dema gerîla jî derbeyên mezin lê dide li qereqolên xwe girtî dimînin û nekarin derkevin derve.

Hikûmeta AKP bi çapemeniya xwe re li dijî HPG’ê kampanyayeke pir cidî dimeşîne. Hema hema her roj di çapemeniyê de derbarê gerîlayên HPG’ê de nûçeyên pakêt serwîs dike. der barê kapasiteya teknîkî ya artêşa tirk de weşanan dikin. Dema hun van nûçeyan dixwînin hûn çi difikirin?

Servîskirina van weşanan û propagandayan, têkçûyîna artêşa tirk û hikûmeta tirk nîşan dide. Ev yek ji psîkolojiya bêçaretiyê ya li hemberî tevgera me pêk tê. Bi van tiştan dixwazin zeafiyeta têde ne û însiyatîfa di şer de wenda kirine kamufle bikin. Li aliyê din jî rastiyan berovajî dikin û li hemberî hêzên gerîlayên me nûçeyên derew diweşînin. Sekna saxlem ya hêzên gerîlayên me, ruhê yekitiya mezin û di mijara têkoşînê de dixwazin gumanan derbixin holê.

Xuyaye ku çima hewcedariya wan bi nûçeyên derew hene. Hêzeke ku bi xwe bawer, mafdar û serkeftî hewcedariya wan bi derewên wisa tune. Ev derewên wisa, hewldana veşartina têkçûyîna artêşa tirk e.

Rayedarên tirk dbiêjin ku em dixwazin li Kurdistanê razemeniyê bikin lê PKK’ê destûrê nade. Îdia dikin ku PKK pêşî li pêşveçûyîna aborî ya Kurdistanê digire. Hun van îdiayan çawa dinirxînin?

Hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê li 3 qadan giraniyê dide razemeniyê; Bendav, rê û qerekol in. Nêzî hezar projeyên înşeata qereqolên nû hene. Der barê van projeyan de jî ne wezaret, Lijneya Ewlehiya Netewî biryarê dide. Her sê jî bi hevre girêdayîne. Ev jî tu eleqeya wê bi refah û pêşveçûyîna aborî ya Kurdistanê re eleqeya wê tune.

Bi çêkirina bendavan re hewl didin Kurdistanê di bin avê de bihêlin. Bi çêkirinariyan hewl didin kabîliyeta tevgera artêşa tirk hêsan bibe û qadên çiyayan ku gerîla bi kar tîne ji hev qut bike û bi çêkirina qereqol û baragehan jî ewlehiyê zêde bikin. Li Tirkiyeyê jî her roj fabrîka tên vekirin. Li Kurdistanê jî qereqol. Razemeniya ku behs dikin jî ev. Razemeniya wan talan û dagirkirine. Her wiha projeyên wan yên din jî vekirina girtîgehane. Tiştên em li dij derdikevin eve.

Lê çavkaniya herî mezin li Kurdistanê sewalkarî ye û ev jî tê astengkirin. Qadên baş ji aliyê leşkeran ve wekê qadên qedexe tên îlankirin. Ligel vê çandiniyê asteng dikin. Gelê me cerdevanî lê tê ferzkirin. Ji ku em AKP’ê wisa asteng dikin ew jî me sucdar dikin.